Heyeteke ji Iraqê hat serdana gundên hatin bombebarankirin

Heyeteke ji Iraqê hat serdana gundên hatin bombebarankirin

Heyeteke ku di nava wan de endamê Parlamentoriya Iraqê Adîl Ebdullah jî hebû çûn serdana gundên ku ji aliyê balafirên tirk ve hatibûn bombebarankirin. Gundiyan diyar kir ku divê Başûrê Kurdistanê û Iraqê li dijî van êrîşan bê deng nemînin.

Balafirên şer yên tirk di 24’ê tebaxê de li Qendîlê de bi provaya komkujiyekê kirin. Di saetên êvarê de 01.30’an de êrîşê gundan kirin û herî zêde çewlika mirişkan a gundê Silê zirar dît. Balafiran bê navber roket û kazqan avêtin. Xwediyê çiftlixê Salîh Ahmed birîndar bû. Çewlika ku 7 hezar mirişk têdebû wêran bû. xanî û wesayîta malbata Ahmed jî wêran bû.

Di heman deqiqeyan de li gundê Surede gundiyên derketibûn zozanan rastî êrîşê hatin. Di vê êrîşêd e jî gundiyekî bi navê Alî Bapîr birîndar bû. herî kêm 6 kazan û roket li baxçeyan ketin û pezê aydê gundiyan telef bûn. Baxçeyê Husyîn Îbrahîm bi giştî texrîb bû.

Heyeteke ku di nava wan de endamê Parlamentoya Iraqê Adîl Ebdullah, Qelediz û waliyê Ranya mamoste Hamît, qeymeqamê Kaladîze Hesen Gewre, midûrê navçeya Sengesr Abdulrezak Bayîz û gelek kes hebûn çûn serdana gund.

Heyetê xwediyê çiftlixê Ferman Xidir Resul û Salîh Ahmed gundarî kir. Resul got bila hikûmeta herêmê bêdeng nemîne û parlamenter Adîl Ebdullah jî êrîş şermezar kir.