Heyeta KNK’ê li Silêmaniyê bi rewşenbîran re civiya

Heyeta KNK’ê li Silêmaniyê bi rewşenbîran re civiya

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne. Heyeta KNK’ê li bajarê Silêmaniyê bi rewşenbîrên Kurd re di semînerekê de li hev civiyan. Şandeya KNK’ê ji rewşenbîran xwest ku piştgiriyê bidin destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê.

Şandeya KNK’ê ya ku ji 9’ê Tebaxê ve li Başûrê Kurdistanê ye, hevdîtinên xwe didomîne. Şandeya ji Alîkarê Serokê KNK’ê Bengî Haco û endamên KNK’ê Silêman Gunyelî, Îbrahîm Alîpûr, Perwîn Ezîz û Xebat Muhemed pêk tê, hevdîtinên xwe li Başûrê Kurdistanê didomînin.

Şandeya KNK’ê duh danê nîvro bi Serokê Hizbî Ayendeya Kurdistanê ya çepgir Qadir Ezîz re hevdîtinek pêk anîn û di saetên danê êvarê de jî li Salona Konferansê ya Dezgeha Xendanê tevî rewşenbîrên Kurd semînerek dan.

HACO: REWATIYA DEWLETÊN LI SER AXA KURDISTANÊ TUNE YE!

Di semînera bi boneya piştgirî û piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin de, Alîkarê Serokê KNK’ê Bengî Haco axiv û bal kişand ser serdemên dîroka Kurdistanê. Haco ragihand ku tu rewatiya dewletên li ser xaka Kurdistanê hatine avakirin, tune ne. Haco piştre jî bal kişand ser pêvajoya şoreşgerî ya li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku Kurd ne alîgirên rejîmê, ne jî dijberên rejîmn eû got; “Kurd alîgirê xwe bi xwe ne.”

Haco diyar kir ku Sûriye naxwaze Kurdan jî bîne dijberê xwe û got; “Jixwe bi têra wan dijmin hene” û bal kişand ser pevçûnên dijwar ên bi taybet li bajarên Ereban.

DESTEKA REWŞENBÎRAN GIRÎNG E

Haco wiha berdewam kir; “Kurdên bi dehan sal beriya niha ji gundên wan hatibûn derxistin, îro vedigerin ser gundên xwe. Ji bo bikarin vegerin ser jiyana xwe ya berê û jiyana xwe ji nû ve ava bikin, di serî de piştgiriya gelê Kurd û hemû rewşenbîrên Kurd pir girîng e.”

GUNYELî: DESTKEFTIYÊN LI ROJAVA DIVÊ WEKE RONIYA ÇAVÊN KURDAN BÊ PARASTIN

Endamê KNK’ê Suleyman Gunyelî jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser planên emperyalîst ên li ser Rojhilata Navîn û got; “Divê destketiyên li Rojavayê Kurdistanê weke roniya çavên Kurdan bêne parastin.”

Gunyelî destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên li Başûrê Kurdistanê bi erênî derbas bûne û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî. Gunyelî ragihand ku ew dixwazin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û ji ber ku heta niha destûra derbasbûnê nehatiye dayîn Hukûmeta Başûrê Kurdistanê rexne kir.

Endamn KNK2ê Îbrahîm Alîpur û Perwîn Ezîz jî bi taybet bal kişand ser pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê. Di berdewama semînerê de heyeta KNK’ê bersiv da pirsan û der barê xebatên xwe de agahî da.