Heyeta HDK’ê ya Roboskiyê: Em ligel gelê Kurdin

Heyeta HDK’ê ya Roboskiyê: Em ligel gelê Kurdin

Heyeta HDK’ê ku çû Roboskiyê, di demjimêrên serê sibê de çûn serdana goristanan. Parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan li vir axaftinek kir û wiha got: “Em ji Roboskiyê ji serokwezîr re dibêjin. Me cihê xwe diyar kir. Em li gel gelê Kurd ku nasnameya wan tune tê hesibandinin. Hun li aliyê kê ne?”

Heyeta HDK’ê di 8’emîn meha komkujiya Roboskiyê de çû Roboskiyê û li şeva xwe li gund derbas kirin. heyet di demjimêrên serê sibê de çûn ser goristanê. Malbat jî ligel wan çûn û kulîlkên goristanan av dan. Malbatan wêneyên zarokên xwe hildan û lorandin.

Li ser goristanê parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan axaftinek kir û wiha got: “Lêgerîna edeletê ya Roboskiyê li hemû cîhanê mînake. Hun rê nîşanê me didin. Erdogan piştî êrîşa Dîlokê ji BDP’ê re got cihê xwe diyar bikin. Em ji Roboskiyê ji Erdogan re dibêjin. Me cihê xwe diyar kiriye. Em ligel gelê Kurdin. Hun li cem kê ne?

Garo Paylan jî wiha got: “Ez ewladê gelê Ermenî ku rastî komkujiya mezin hatime. Piştî komkujiya Roboskiyê tiştên hatin kirin kêm bûn. Ez ji gelê Kurd lêborînê dixwazim. Ez li vir li hemberî vê êşê soz didim ku dê şopdarê vê dozê bim.”

Mexdurê komkujiyê Raşîn Ank jî diyar kir ku, berê li vî gundî ermenî jiyane û wiha pê de çû: “Lê di encama hewldanên dewletê de gel hatin hemberî hev. Ermenî ji vir hatin derxistin. Para me jî divê de ye. Lê îro me dît ku ya girîng mirovahiye. Bawerî û ol ne girînge. Ez ji Erdogan dipirsim tu li kîjan aliye. Li aliyê Wijdanê ye an jî bê wijdanê ye?

Heyet piştî serdanê berê xwe dan Qilabanê.