Heyeta HDK'ê ber bi Roboskiyê ve bi rê ket

Heyeta HDK'ê ber bi Roboskiyê ve bi rê ket

Heyeta HDK'ê ya ku di nav de parlementerê BDP'ê Ertûgrûl Kurkçu û Sebahat Tûncel jî heye piştî Şaredariya Nisêbînê ziyaret kir, ber bi Gundê Roboskiyê ve bi rê ketin.

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi boneya 8'emîn mehvegera komkujiya Roboskiyê ber bi gundê Roboskiyê ve bi rê ketin. Heyeta HDK'ê ya ku di nav de berdevkên HDK'ê û parlementerên BDP'ê Ertûgrûl Kurkçu û Sebahat Tuncel Nursel Aydogan û Prof. Dr. Fatma Gok jî heye piştî Şaredariya Nisêbînê ziyaret kir, ber bi Gundê Roboskiyê ve bi rê ket. Heyeta ku ji 6 kesan pêk tê, 2 endamên HDK'ê yên Mûglayê jî di nav de cih digirin. Heyeta ku ji Balafirgeha Ataturkê bi rê ketin, hatin Şaredariya Nisêbînê ziyaret kirin û ji vir ber bi Roboskiyê bi rê ketein.

'WELATIYÊN ROBOSKIYÊ NE BI TENÊ NE'

Li ser navê HDK'ê berdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku, ew dê malbatên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret bikin û bêjin welatiyên Roboskiyê ne bi tenê ne. Kurkçu anî ziman ku, ew dê bêjin dawiya doza Roboskiyê bernadin û dê her tim bûyerê û dozê bişopînin. Piştî daxuyaniyê heyeta HDK'ê ber bi Gundê Roboskiye bi rê ket.