Herêma Kurdistanê: Ji 1’ê Îlonê ve em ê vaneyên petrolê bigirin

Herêma Kurdistanê: Ji 1’ê Îlonê ve em ê vaneyên petrolê bigirin

Her ku diçe rageşiya di navbera Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê ya Malikî serokwezareta wê dike de kûrtir dibe. Rêveberiya Kurdan ragihand ku, ger sozên ku Bexdayê dane heta 1’ê Îlonê bi scih neyne, ew ê herikîna petrolê ya li ser Tirkiyeyê re pêk tînin rawestînin. Tenê Rêveberiya Kurdan rojê 100 hezar varêlên petrolê hinarde (îxraç) dike.

Hikumeta Bexdayê jî bi israr li dijî Rêveberiya Federal ya Kurdistanê ya ku gaza xwezayî û petrolê difiroşe şîrketên biyanî, derdikeve. Dest ji betalkirina hevpeymanên di navbera şîrketên biyanî û Kurdan de berdin, her roja ku diçe hevpeymanên nû têne îmzekirin, ev jî rageşiya di navbera têkiliyên Rêveberiya Hewlêr û hikumeta Bexdayê de kûrtir dike û ber bi veqetînê ve dibe.

Hikumeta Bexda ya di bin rêbertiya Malikî de dibêje, hevpeymanên ku Kurd bi şîrketên biyanî re îmze dike, ev yek li dijî makezagona Iraqê ne, dahata ku ji hinardeya petrolê tê bidestxistin derbazî xezîneya Iraqê nakin. Lê belê rêveberiya Hewlêrê jî dibêje, ew li gorî makezagonê tevger dikin. Herî dawî hikumeta Malikî gef li şîrketên biyanî xwaribûn û gotibû, ger şîrketên biyanî hevpeymanên bi Kurdan re kirîn betal nekin ew ê van şîrketan ji herêmên cûda yên Iraqê derxînin.

HEWLÊR: EM Ê HERIKÎNA PETROLÊ RAWESTÎNIN

Rêveberiya Kurd jî duh ultîmatomek da hikumeta Bexdayê. Rayedarekî ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yê Hikumeta Hewlêrê ji Ajansa Nûçeya ya Elman DPA’yê re axivî û got; “Ger hikumeta Bexdayê sozên ku dane pêk neyne em ê ji 1’ê Îlonê ve herikîna petrolê bi temamî rawestînin.”

Rayedarê Kurd ragihand ku, di rastiyê de hikumeta Iraqê sozên xwe bi cih neanîn û wana herî dawî çare li ser Tirkiyeyê re qutkirina herikîna petrolê dîtine. Komîsyona Gazaxwezayî û Petrolê ya Parlementoya Iraqê ku ji bo çareserkirina krîzê ketibû dewrê, xebatên wê didomin. Komîsyona ku hewl dide ku dawî li îhtîlafan bîne, di pêşnûmeya nû ya amade dikin de, hewil didin zagona gazaxwezayî û petrolê zelal bikin.

Li gorî pisporan tê texmînkirin ku rezerveyên gazaxwezayî yên Başûrê Kurdistanê wek yên Qezexîstanê ne, 44 milyar varêl rezerveyên petrolê hene. Rêveberiya Kurd ku rojê 100 hezar varêl petrolê hinarde dike, heya niha bi şîrketên biyanî re nêzî 50 hevpeymanên hilberîn yan jî parvekirinê îmze kirine.