Piştî gêrîlayên HPG’ê duh şev êrîşî noqteyên leşkerî û polîsan yên navçeya Elka Şirnexê kirin, nûçegihanên Ajansa Anadolû yên girêdayî Buroya Amedê xwestin biçin herêmê, lê helîkopterê nûçegihan dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, li nêzî pira li ser ava Ilicak ya navbera Çeman-Elkê de ku ji aliyê gêrîlayan ve hatibû rûxandin, helîkopteran nûçegihanên AA’yê gulebaran kirin. piştî gulebaranê rojnamevan neçarman paşde vegerin.