Piştî gêrîlayên Girê Kelaspî ya li başûrê Gundê Şapatanê ya Şemzînanê ye çikiland, pêşî leşkeran bi avêtina topan û pişt re jî bi helîkopteran gir bombebaran kirin. Hate zanîn ku, di encama bombebarana helîkopterand de guleyek hat li nava gund ket.
Li Navçeya Şemzînan ya Colemêrgê ji 23’ê tîrmehê ve pêvçûnên di navbêra gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de didomin. Gêrîlayên HPG’ê pêşî li Çiyayê Gomanê îro jî li serê Girê Kelaspî ya li pişt Gundê Şapatan ya kîlometreyek nêzî Şemzînanê ye ala xwe bilind kir. Leşker ji bo alê ji serê gir rabike top avêt, pişt re jî bi helîkopteran bombe avêtin serê gir. Ligel ewqas avêtina top û bombeyan ala HPG’ê hê jî nehatiye xwarê.
Bombebarana ji hêla helîkopteran ve hatin têkirin, yek ji guleyêm bombeyê li nava gundê Şapatanê li hewşa malê ket. Zarokên ku ji ber dengê bombeyê ketibûn malê siûda wan hebû ku li wan ne hingavt.
Xwediya malê Hîdayet Yilmaz diyar kir ku, wan dît ji helîkopterê bombe hate avêtin û li nêzî zarokên ku li hewşa malê de dilîstin ket. Yilmaz da zanîn ku, ew pir tirsiyan û bi zarokan re xwe avêtin erdê. Yilmaz wiha got: “Helîkopterê pêşî bombe avêtin serê girê, pişt re hêdî hêdî bi aliyê gund ve hat, me dît helîkopterê bombe avêtin nava gund jî. Em pir tirsiyan. Me nizanibû çi bikin û me bi zarokan re xwe avête erdê.”