Waliyê Amedê Mustafa Toprak der barê helîkoptera leşkerî ya Skorskya artêşa Tirk a ku li nêzî Qereqola Abali ya di navbera navçeya Licê ya Amedê û Çewlikê de ket, daxuyaniyek da û diyar kir ku di bûyerê de leşkere miriye û 8 leşker birîndar bûne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin barê helîkoptera leşkerî ya Skorskya artêşa Tirk a ku li nêzî Qereqola Abali ya di navbera navçeya Licê ya Amedê û Çewlikê de ket û di encamê de herî kêm leşkerek mir. Hetaniha sedema ketina helîkopterê nehatiye zanîn. Waliyê Amedê Mûstafa Toprak da zanîn ku di encama bûyerê de leşkerek mir û 8 leşker birîndar bûne. Hate zanîn ku helîkopterê tîmên tevgera taybet hildgirt.