Zozanên gundê Qerqerut yê di nava çiyayên Çewlikê de ji aliyê 3 helîkopterên artêşa Tirk ve hatin bombebaran kirin. Hate hînbûn ku, li herêmê operasyon hatiye destpê kirin.
Zozanên gundê Qerqerut yê Çewlikê ji aliyê sê helîkopterên kobra ve hatin bombebaran kirin. Gundiyan diyarkirin ku, helîkopter zozanên wan dide ber bombeyan û ew gelek bifikarin. Weke din li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, vê sibehê li herêma Çaylar tevgera leşkerî çêbûye û tîmên tevgera taybet ber bi çiyayên Çewlikê ve çûne. Di van demên dawî de zext zêdebûne û gundî di dorpêçê de ne, her wiha li Gimgimê liv û tevgera leşkerî derxistin asta jor.