Hate îdîakirin ku, li bejahiya gundê Hejîran yê ser bi navçeya Pazarcixê di pevçûna navbera artêşa Tirk û gêrîlayên HPG’ê de, 3 gêrîlayan jiyan xwe ji dest daye.
Di demjimêrên duh şevê de li bejahiya gundê Hejîran yê ser bi navçeya Pazarcixa Mereşê di navbera artêşa Tirk û gêrîlayên HPG’ê de şer derket. Walîtiya Mereşê îdîa kir ku, di şer de 3 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya Walîtiyê de nehate aşkera kirin ku, cenazeyên gêrîlayan yên tê îdîakirin jiyana xwe ji dest dane, birine kuderê.