Li navçeya Şemzînana Colemêrgê pevçûn berdewam dikin û gundê Gergetê yê pevçûn lê zêde bûn hate valakirin. Gundiyên bombe nêzî malên wan dikevin baxçeyên hatin hatin şewitandin gundê xwe terk kirin û li gundê Bêgozan bi cihî bûn.
Li navçeya Şemzînan duh dema karwana leşkerî di navbera gundên Nehrê, Gerget û Bêgirtiyê re derbas bû teqîn pêk hat û piştî teqînê pevçûnan destpê kir her wiha pevçûn berdewam dikin. Gundê li herêma pevçûnan gundê Gergetê hate valakirin. Hinek malbatên li gundê Bêgirtiyê jî mayîn gund vala kirin. Di dema pevçûnan de gelek bombe li malên welatiyên li gundê Gerget ketin û baxçeyên welatiyan zirar dîtin. Li baxçeyên gundiyan û qadên daristanê şewit derket. Gundiyên Gergetê li gundê Bêgozan bi cih bûn.