Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ya ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hate destpêkirin, do mehek li pey xwe hişt. di 40 girtîgehan de zêdetirê 300 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Di nava wan de dayikên 60 salî, rojanemvan, zarok jî hene. Êdî rewşa gihişt astek krîtîkê. Wezareta Dadê ya Tirk li hemberî vê yekê bê deng e û êrîşên li ser girityan jî berdewam dikin.
Girtiyan bi daxwaza sererastkirina şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girankirî ya ku dikeve meha 15’emîn, li girtîgehên li seranserê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin.
GREV BI 70 GIRTIYAN DEST PÊ KIR,300’Ê DERBAS KIR
Di roja 12’ê Îlonê de li girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Tîpa F ya Kandira 1 û Kandira 2, Tîpa F a Bolûyê, Tîpa ya Sêrtê, Tîpa T a Otlî ya Erziromê, bi giştî di 8 girîtgehan de bi 70 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
i 24’ê îlonê ve li Tîpa H a Erziromê, Tîpa L a Kalkankale ya Rizeyê, Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê, Girîgeha Tîpa H a Dîlokê, Tîpa L a Jimare 2 ya Sîlîvrî, Tîpa M a Midyadê, Tîpa E ya Mêrdînê, bi giştî li 8 girtîgehên din grev hate destpêkirin.
Girtiyan peyama; “Heta daxwazên me neyên bicihanîn, dê çalakiyên me berdewam bikin” û ji 5’ê cotmehê ve çalakiya xwe berfirehtir kirin.
JI 5’Ê COTMEHÊ VE GIRTÎGEHÊN NÛ BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BÛN
Ji 5’ê cotmehê ve greva birçîbûnê li van girtîgehan hate destpêkirin: Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê, Tîpa M ya Êlihê, Tîpa M ya Çewlikê, Tîpa M ya Çewlikê ya Jinan, Tîpa F ya Sîncan 2 ya Enqereyê, Tîpa T ya Alîaga Şarkan 3 ya Îzmîrê, Tîpa T ya Alîaga Şarkan 4 ya Îzmîrê, Girtîgeha Sergirtî Şarkan a Jinan, Tîpa F ya Kirkilar 2 ya Îzmîrê, Tîpa E ya Semsûrê, Tîpa E ya Elbîstanê, Tîpa E ya Elbîstanê ya Jinan, Tîpa F ya Tekîrdag 1, Tîpa E ya Giresûnê, Tîpa F ya Wanê, Tîpa E ya Amasyayê, Tîpa E ya Trabszonê, Tîpa E ya Gumuşhaneyê, Girtgîeha Maltepe ya Zarokan û gelek girtîgehên din.
Li gorî agahiyên ji TUHAD-FED’ê hatine wergirtin, di 40 girtîgehan de nêzî 316 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirine. Nayê zanîn ka di girtîgehên Gebze, Kirkilar 1, Tekîrdag 2 de çend girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Nav ên girtiyan û girtîgehên ku ji 12’ê îlonê ve dest bi greva birçîbûnê kirine wiha ne:
JI 12’Ê ÎLONÊ VE
Girtîgeha Sergirtî Ya Tîpa E Ya Amed: 9"Sara Aktaş, Mizgîn Ari, Nîhayet Taşdemîr, Herdem Kizilkaya, Pero Dundar, Besîme Konca, Seve Demîr, Taybet Belge û Zeynep Kaplan "
Girtîgeha Sergirtî Ya Tîpa D Ya Amedê: 15 Ersan Nazlier, Ferhat Onder, Mazlûm Tekdag, Ercan Şengul, Tayîp Temel, Ramazan Başari, M. Şerif Aslan, M. Salîh Îlen, Ramazan Yildirim, Firat Bîlîr, Samî Geylanî, Davut Polat, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr, Osman Otun
Girtîgeha Sergirtî Ya Kandira 1: 10 Omer Faruk Çalışkan, Fehmi Arslan, Mahmut Guçin, Yusuf Keskin, Cevdet Halim, Îbrahim Aykurt, Nihat Baran, Necat Saci, Aydın Tunç, Hakan Yalçınkaya.
Girtîgeha Sergirtî Ya Kandira 2: 9 Muhammet Mahmo, Şehmus Oncel, Yasin Yılmaz, Ersin Yolu, Erol Şen, Suphi Yalçınkaya, Emrah Kaplan, Nazmi Dogan ve Abdullah Ruzgar.
Girtîgeha Sergirtî Ya Tîpa E Ya Sêrtê: 10Gulistan Abdo, Gulan Kılıçoglu, Emel Gultekin, Dilşah Kocakaya, Rızgar (Ecevit) Turhan, Burhan Eviz, Tevfik Ozdemir, Erdi Çelik, Abdurrahman Budak, Lokman Karaşi
Girtîgeha Sergirtî Ya Tîpa F A Bolûyê: 10Sakıp Hazman, Abdullah Oral, Maruf Turkan, Aydın Şaka, Muzaffer Akengin, Murat Avcı, Hasan Ateşçi, Ali Şek, Ali Adıman, Ahmet Akkurt.
Girtîgeha Otlî Ya Erziromê: 7Nihat Varlı, Tahir Temel, Îzzet Eren, Sedat Avcı, Bayer Ugurlu, Salih Erdem, Bulent Akar.
Girtiyên ji 24’ê Îlonê ve di greva birçîbûnê de ne:
Girtîgeha Sergirtî Ya Tîpa H A Erziromê:10 Hacî Sincer, Selman Gulbahçe, Sinan Gencer, Omer Çelik, Adem Yilmaz, Muzaffer Yilmaz, Kanî Çelîk, Îbragimov Vezîr Abbassaviç, A. Kadîr Irmak û Veysî Akgonul
Girtîgeha Tîpa L Ya Kalkandere Ya Rîzeyê: 10 Sedat Çayır, Mehmet Înatçı, Îlhan Dayan, Mazhar Tumen, Şerif Erten, Recep Bal, H. Mesut Çelebi, Edip Erdem, Mahsum Kahraman ve Metin Toprak
Girtîgeha Sergirtî Ya Bakirkoy A Jinan: 10Fatma Koçak, Ayşe Oyman, Melek Dolaz, Ayşe Guney, Semra Tekin, Çimen Turk, Canan Guler, Nucan Can, Hacire Tanırgan, Hanım Çelik
Girtîgeha Sergirtî Ya Tîpa H A Dîlokê: 10 Mehmet Çelîk, Cevzet Derse, Muslum Demîr, Necmettîn Ayhan, Murat Gumuş, Eyup Çelîk, Mulazim Manyak, Şaban Şahîn, Mubarek Aku û Îlyas Arzu.
Girtîgeha Tîpa L Ya Sîlîvrî Ya Bi Jimare 2: 10 Mumtas Aydeniz, Rıdvan Balku, Erdal Avcı, Aslan Îşçioglu, Îsmail Adalmış, Arif Yılmaz, Osman Koşut, M. Selim Çelik, M. Baki Bingol, Şeyhmus Kalkan
Girtîgeha Sergirtî Ya Tîpa M A Midyadê: 7Derya Moray, Ayşe Kara, Mustafa Ayhan, Kemal Bahtiyar Hasan, Îlyas Demir, Beyhan Gozmen, Gıvara Atıko.
Girtîgeha Sergirtî Ya Tîpa E Ya Mêrdînê: 1010 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê de ne: Yunus Durdu, Musa Arslan, Fırat Arzu, Mehmet Yavuzel, Cumhur Karuman, Hiriş Menberî, Emin Gezer, Şirin Şahin, Zuleyha Yılmaz ve Behice Tanrıverdi
Nav ên girtiyan û girtîgehên ku ji 12’ê îlonê ve dest bi greva birçîbûnê kirine wiha ne:
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mûşê: 10 girtî Atilla Coşkunozer, Huseyin Batubay, Muhammed Ahmet, M.Sıddık Ayaz, Osman Pinç, Murat Butun, Haydar Savar, Sebahattin Tekin, Fusih Paş, Erhan Aydın
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M ya Baybûrtê: 6 girtî Bozan Açlan, Ali Emirhani, Haşim Ozdaş, Omer Tutuş, Lokman Ýnce, Emrah Aba
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M ya Êlihê: 10 girtî Şeyhmus Bulbul, Ali Adıbelli, Nizam Arzık, Delil Yılmaz, Şafak Çelen, Adnan Yiittekin, Serdar Şahin, Atilla Oztur, Ýskan Eguz, Ahmet Eski
Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê (ya Jinan): 1 girtî Hanim Çeşme
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Çewlikê: 8 girtî Saffet Durmaz, Ahmet Korhan, Edip Yalçınkaya, Osman Kılıç, Baran Gunona, Diyar Kaydu, Emrullah Kurcan, Aslan Ýbicik
Girtîgeha Sergirtî ya Sîncana Enqereyê ya Jinan: 9 girtî Naime Encu, Guler Ozbay, Zeynep Kıyar, Azize Yaız, Emine Demir, Adile Daal, Berivan Elter, Gulistan Ýnan, Ayşegul Ayaz
Tîpa F ya Sîncana Enqere 2: 10 girtî Ozkan Kart, Reşat Ozdil, Cabbar Palabıyık, Bedri Temizyuz, Bulent Guneş, M. Emin Akkuş, Resul Muhammed, Ahmet Akgun, Suleyman Hamdo, M. Can Ouzsoy
Girtîgeha Tîpa F a Kirikale Hacilar: 5 girtî Şeyhmus Ozsubaşı, Tahir Kızıldemir, Aram Akyuz, Murat Baludan, Velat Esen
Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyeê: 10 girtî Mehmet Şahin, Mehmet Halit Oruç, Mehmet Dal, Mehmet Erbey, Murat Gul, Abdurrahman Çınar, Ahmet Badu, Aziz Kılıç, Barış Yiit, Cengiz Nergiz
Girtîgeha Tîpa T Alîgaga Şarkan 2 ya Îzmîrê: 10 girtî Murat Bilge, Faruk Baysu, Erdoan Uçar, Habip Guler, Reşit Çalı, Ýsmail Yaman, Emin Yıldız,Nurettin Atınç, Mahmut Aba, Abdullah Nas
Girtîgeha Tîpa T ya Alîaga Şarkan 3 ya Îzmîrê: 7 girtîSuat Gurbuz, Hakkı Yorulmaz, Agit Bilir, Mevlut Tekin, Mirza Oztekin, A. Rahim Çetinkaya, Vahap Kuzu.
Girtîgeha Tîpa T ya Alîgaga Şarkan 4 a Îzmîrê: 4 girtî Ziver Mete, Mehmet Işık, Ubeydullah Tokay ve Sedat Dalga.
Girtîgeha Sergirtî ya Şarkanê ya Jinan: 5 girtî Ayfer Ayçiçek, Şukran Aydın, Muzeher Bulut, Gulistan Seçkin, Hatice Çakmak
Tîpa F ya Îzmîr Kiriklar 2: 9 girtî Sertaç Kılıçarslan, Şenol Koç, Nevzat Kılıç, Mehmet Yayan, Turgut Koyuncu, Ozkan Yaşar, Ekrem Altay, Hurşit Kutler, Ahmet Kaya.
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Semsûrê: 3 girtî Naci Ataman, Umut Çamlıbel, Sabri Acar
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Elbîstanê (ya jinan): 2 girtî Aysel Doan, Selver Yıldırım
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Elbîstanê: 8 girtî Erdal Laçin, Kemal Demirbaş, Ýsmail Tuzun, Ý. Hakı Tursun, Adil Abi, Abdullah Hasan, Huseyin Toronolu, Muhammet Bablis
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F ya Tekirdag 2: 9 girtî Cesim Yıldırım, Ferhat Taay, Yakup Erdoan, Turan Gunana, Zafer Acar, Mehmet Nezir Duru, M. Şirin Abay, Şehmuz Avcı, Cengiz Atsız.
Girtîgeha Tîpa E ya Girseûnê: 8 girtî Mehdi Ay, Faruk Beyter, Zulkuf Gezen, A. Menaf Gezer, Fuat Bor, Ubeyt Şen, Mahmut Demir, Aydın Akış.
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F ya Wanê: 8 girtî Şarefettin Demir, Kahraman Muslu, Sedat Ýke, Fırat Bor, Onder Al, Abdo Şeyti, Ýsmet Karak ile Ozkan
Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amasyayê: 7 girtî Meydin Athan, Taner Şirp, Ayhan Bayar, Derviş Ýsmail, Erdal Taşkıran, Devran Balkaş, Bahattin Alpboa.
Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê: 5 girtî Ahmet Koç, Jiyan Fırat Esin, Yahya Guneş, Abdulkadir Yurcu ve Tuncer Aratan
Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşxaneyê: 5 girtî Yaşar Alat, Vahit Aslanhan, Hacı Aslan, Adem Yıldız, Medeni Durak
ZAROK Û DAYIKÊN 60 SALÎ JI DI GREVÊ DE NE
Ji îro û pêve di Girtîgeha Zarokan a Maltepeyê de zarokên bi navê M. A., V. T. B. B. û S. S. dest bi grevar biçrîbûnê kirin.
Girtiyên din jî dernakevin hevdîtinan û bi vî awayî piştgiriyê didin grevê.
Di nava girtiyên di grevê de 3 rojnamevanên girtî yên ji doza KCK’ê jî hene. Edîtorê DÎHA’yê Tayyîp Temel di 12’ê îlonê de, Edîtora DÎHA’yê Fatma Koçak û Edîtora Ozgur Gundemê Ayşe Oyman jî di 24’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kir.
WEZARETA DADÊ BÊ DENG E
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger mehek li pey xwe hişt. Lê heta niha Wezareta Dadê ya Tirk û rayedarên dewleta Tirk li hemberî grevê bê deng in. Li aliyeke din jî êrîşên li ser girityan zêde dibin.
Girtiyên ku li Girtîgeha Sîlîvriyê dest bi greva birçîbûnê kirin, xistin hucreyên takekesî û ji bo girtiyan rûhnên pêwîst nayên dayîn.
Li Girtîgeha Tîpa T ya Şarkan 4’ê 4 girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirin, avêtin hucreyê. Êrîşa herî wehşet di Girtîgeha Şarkanê d pêk hat. Girtiyê bi navê H.D. yê 16 salî ku ket greva birçîbûnê li rastî tacîza bi copan hat.