Girtiyên PKK û PAJK’ê: Em serhildanên li her qadê jiyanê belav kin

Girtiyên PKK û PAJK’ê: Em serhildanên li her qadê jiyanê belav kin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’Ê komploya 9’ê Cotmehê bi zimanekî tund şermezar kir û bang kir ku ji bo azadiya Ocalan û Gelê kurd ‘Serhildanan li her qadê jiyanê belav bikin’.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku îro 14’emîn salvegera Kompoloya 9’ê Cotmehê ya Navnetewî ya li hemberî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Kaya di daxuyaniyê de wiha got: “Ev komploya navnetewî di şexsê Rêber Apo de li hemberî hemû nirxên civakî û netewî yên ku gelê kurd bi dest xistiye pêk hatiye û hatiye hedefkirin ku hemûyan tune bikin. Li dijî Serokatiya me ku di bin şert û mercên giran yên ku di cîhanê de nehatiye dîtin, tê girtin, berxwedaneke mezin daye û her wiha tevgera me şopdarê serokatiyê û gelê me jî bi serhildanên xwe ev komplo vala derxistiye û tu carî evqas nêzî serkeftinê nebûye.”

Kaya da zanîn ku AKP ku êdî nizane çi bike vê yekê qebûl nake û efendiyên wê bi feraseteke faşîzan di çarçoveya şerekî berfireh de rêbazên şerê qirêj dike dewreyê û li hemberî serokatiya tecrîda giran tê meşandin, li aliyê din jî bi operasyonên siyasî û leşkerî hewl dide encamekî bidest bixe. Kaya wiha got: “Em girtiyên azadiyê yên PKK û PAJK’ê vê komployê şermezar dikin.”

Kaya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev pêvajoya ku em nêzî serkeftinê ne, ji bo ku em zûtir bigihijên serkeftinê bi şîara azadiya rêber Apo azadiya Kurdistanê ye şerê gel yê şoreşê û berxwedana zindanan û her wiha şerê ku gel dabû despkirin bila bibin yek û bi vê yekê em bawerin ku serkeftin nêze.