Hat ragihandin ku rewşa 10 girtiyên ji doza PKK û PAJK’yên ji 12’ê Îlonê ve di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê de dest bi greva birçîbûnê kirine xirab e û girtî xwîn diavêjin.
Hat zanîn ku rewşa 10 girtiyên ku bi boneya sererastkirina şert û mercên tendurîstî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 12’ê Îlonê ve, di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê de dest bi greva birçîbûnê kirine, xirab e.
Hat diyarkirin ku ji girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê mîdeya girtiyên bi navê Gulistan Ebdo, Gulan Kiliçoglû, Emel Gultekin, Dilşah Kocakaya, Rizgar Turhan, Burhan Eviz, Tevfik Ozdemir, Erdi Çelik, Abdurrahman Budak, Lokman Karaşi li hev dikevin (dixelin), tansiyona wan bilind bûye, xwîn ji pozê wan tên, çavên wan tarî dibin, ta digirin, sar dibin û serê wan diêşin.