Girtiyê siyasî ji ber tecrîda li ser Ocalan xwe şewitand

Girtiyê siyasî ji ber tecrîda li ser Ocalan xwe şewitand

Li Girtigeha Tipa F ya Wanê girtiyê bi navê Suat Kaya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê meşandin şermezar bike di 29'ê Tebaxê de bedena xwe daye ber agir. Kaya ku bedena wî hemû şewitî bêyî derman bikin ew ji nexweşxaneyê wergirtin û dîsa xistin girtîgehê.

Derket holê li Girtigeha Tipa F ya Wanê girtiyê siyasî Suat Kaya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê meşandin şermezar bike di 29'ê Tebaxê de bedena xwe daye ber agir û bi piraniya bedena wî şewitî. Kaya ku birîndar bû bêyî derman bikin dîsa xistin girtîgehê. Kaya piştî agir berda bedena xwe ji aliyê hevalên wî ve şewat hat vemirandin û piraniya piyên wî şewitîn.

Hate zanîn ku, piştî bûyerê Kaya li girtîgehê di lêpirsînê re derbaz kirine û piştre rakirine nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku rayedarên girtîgehê gef li Kaya xwarine. Girityên Girtîgeha Tîpa F ya Wanê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku, di demê dawî de zextên li girtigehê derketiye asta herî jor. Girtiyan destnîşan kir ku, Suat Kaya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehê şermezar bikin di 29'ê Tebaxê de çalakiya şewatê pêk anîye û wiha gotin: "Li şûna ku hevalên me rakin nexweşxaneyê xistine nava lêpirsînê û pişt re şandine nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî bêyî ku bê dermankirin doktorê peyvirdar neheqiya "Madem te ev çalakî pêk anî tu geber bûbûya" li wî kiriye. Bêyî ku hevalên me derman bikin dîsa ew paşve vegerandine."

Girtiyan, destnîşan kir ku zextên li girtîgehan zêde bûne û banga hestewariyê kirin.