Delegeyê KCD'ê yê Dutaxê Îkram Ogul yê ku di operasyona bi navê "KCK'ê" de li Agiriyê hate binçavkirin û hate girtin dem ji Agiriyê sirgûnî Girtîgeha Trabzonê hate kirin qrîza dil derbaz kir.
Delegeyê KCD'ê yê navçeya Dutaxê yê Agiriyê yê nexweşê dil Îkram Ogul yê ku di 29'ê gulanê de li Agiriyê di operasyona bi navê "KCK'ê" de hatibû girtin, dema ku ji Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê hate kirin qirîza dil derbaz kir. Ogul li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê rakirin nexweşxaneyê û doktoran jê re got ji ber hewayê Trabzonê hêmî ye dibe ku careke din nexweşî xwe nîşan bide.
Li gel doktoran ji bo girtîgehek din bê sewqkirin rapor da disa jî Ogul nehate sewqkirin. Kurê Ogul Erdal Ogul diyar kir ku, ew ji jiyana bavê xwe bi guman in û serlêdanên têkildarî mijarê de kirin bê encam man û wiha got: "Bavê min her tim qels dibe û nexweşiya wî berdewam dike. Di vê mijarê de gumanên me hene."
Ogul têkildarî mijarê de ji rayedaran bihestiyarî xwest û ji ÎHD'ê û rêxistinên sivîl xwest ku hewildanên hiqûqî bikin. Ogul da zanîn ku, bavê wî nexweşê dile û nikare li cihê hêmî bimîne.