Ahmet Aydinê 65 salî yê ku nexweşiay dil pêre heye, beriya 3 salan bi hincta di xebatên pêkhateya KCK’ê de cih girtiye hate girtin û bi mirinê re rû bi rû ye. Seroka ÎHD’ya Sêrtê Wetha Aydin ku keça Ahmet Aydin e da zanîn ku dibe a niha bavê jî jiyana xwe ji dest bide û nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedarên Tirk da.
Ahmet Aydin bavê 4 zarkon e. Di 27’ê cotmeha 2009 de di encama serdegirtina mala wî ya li gundê Gokçebag ê Sêrtê de bi hinceta “endamê KCK’ê” ye hat binçavkirin. Di 29’ê cotmeha 2009 de hate girtin. Aydin ji wê rojê heta îro Aydin di Girtîgeha Tîpa Sergirtî ya Sêrtê de ye û ji ber pirsgirêka wî ya tenduristiyê bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Aydin 15 rojan di bin kontrola bijîşkan de ma û rojê sê caran tansiyona wî tê pîvan.
Di 31’ê tîrmehê de Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ji bo Aydin raporek der barê rewşa Aydin de amade kir û di raporê de hat diyarkirin ku nexweşiyek cidî ya dil a Aydin heye.
Keça Andin, Wetha Aydin, ragihand ku bavê dibe aniha ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest bide û li gel vê yekê jî dadgeh biryara serbestberdana wî bernade.
Wetha Aydin da zanîn ku her çendî bijîşkan rapor dane bavê wî, lê daxwaza tehliyekirina Aydin ji aliyê Dadgehê ve tê redkirin. Aydin diyar kir ku ger tiştek were serê bavê wê dewlet berpirs e.
NE GIRTÎGEH, KAMPÊN MIRINÊ NE
Li gorî Wezareta Dadê ya Tirk, di girtîgehên li Tirkiyeyê de 520 girtiyên nexweş hene. Dîsa li gorî daneyên fermî di 10 salan de 677 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet ji sala 2006 ve hejmara girtiyan zêde bû. Di sala 2011 de jî 268 kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de nêzî 288 li ber mirinê ne. Lê rejîma AKP’ê serbestberdana girtiyan red dike. Ji roja ku AKP hatiye ser desthilatiyê û heta roja îro, bi sedan girtî di girtîgehan de bi mirinê re rû bi rû ne: di 2002 de 89, di 2003 de 163, di 2004 de 54, di 2005 de 59, di 2006 de 157, di 2007 de 176, di 2008de 211,di 2009 de 196, di 2010 de 252, di 2011de 268,di 2012 de jî herî kêm 52.