Gerîlayên HPG'ê wiha ala xwe li Şemizînanê hildan

Gerîlayên HPG'ê wiha ala xwe li Şemizînanê hildan

Gerîlayên HPG’ê li ser girê Goman ê li navsera navçeya Şemizînanê ala xwe hildan.

Gerîlayan, li girê Goman ê li navsera navçeya Şemizînanê yê li hemberî Tûgaya Şemizînanê ala HPG’ê hildan. Ji cihê ku al lê hatiye hildan bajar dixuyê û careke din kontrola HPG’ê ya li ser herêmê radixe ber çavên her kesê. Gava al hate hildan, Tûgaya Şemizînanê ket nava bêdengiyê.

Ev bûyer rojên borî qewimî û Gerîla ji Çiyayê Gomanê daketin û ala HPG’ê hildan, li nêzî wê jî ala Tûgaya Şemizînanê hatiye hildan.

Gerên Goman ên 1 km ji navena Şemizînanê dûr e, ji 23’ê tîrmehê ve pevçûnên dijwar li wir qewimîne û ji vê dîrokê ve di bin kontrola gerîlayan de ye. Gerîlayan dema ala xwe li wir hildan, herêmê weke herêma gerîlayan a Gomanê bi nav kirin.