Gêrîlayên HPG’ê rê kontrolkirinên li Şemzînan zêde kirin

Gêrîlayên HPG’ê rê kontrolkirinên li Şemzînan zêde kirin

Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê rê kontrol kirina gêrîlayên HPG’ê didomin.

Gêrîlayên HPG’ê ku kontrola xwe ya di navbera Şemzînan-Rûbarokê ku qadek qasî 75 kîlometreyiye didomine, her wiha rê kontrol kirin jî didome. Gêrîlayên HPG’ê li jorî gundên Gerget, Bêgirtê û Bêgozan du noqteyên lêgerînê danîn. Kontrola li gundên gewriyê 4 demjimêran dom kirin, kontrola di navbera gundên Gerget û Bêgirtê de jî, bi rojane her roj kontrola nasname û wesayîta tê kirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, duh şev dema ku gêrîlayên HPG’ê li gundê Bêgoza rê kontrol dikirin helîkoptera kobra ew gulebaran kirine. Dema ku gêrîlayan bi dûçka û roketan bersiv da, kobra neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li aliyê din jî piştî ku gêrîlayên HPG’ê al li Çiyayê Gomanê çikilandin, helîkopterên kobra û skorsky leşker daxistine herêmê, her wiha hate hînbûn ku li kampa cerdevana Dirê û cerdevanên gundê Gadana tevlî operasyonê bûne. Li gorî agahiyên hatine girtin, hate hînbûn ku li dijî leşker û cerdevanên bi helîkopteran daxistine Çiyayê Gomanê gêrîlayên HPG’ê çalakî li darxistiye. Nehat hînbûn ku di pevçûnê de ka mirî û birîndar hene yan na. Di heman şevê de gêrîlayên HPG’ê li dijî 34’mîn Fermandariya Hidût ya li navenda navçeya Şemzînanê êrîş pêkaniye. Bi dirêjahiya şevê Çiyayê Gomanê, Geliyê Nêrqulê û herêmên Geliyêspî hatin bombebaran kirin.