Hate ragihandin ku, li navçeya Erzîn ya Hatayê di çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya 13’ê Tebaxê de ku gêrîlayek birîndar bibû li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Çapemenî –Ragihandina HPG’ê ve hatiye kirin, hate aşkera kirin ku, di 13’ê Tebaxê de di çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya li dijî navçeya Erzîna Hatayê de 5 polîs hatibûn kuştin, 4 polîs jî birîndar bibûn, her wiha gêrîlayek jî bigiranî birîndar bibû. HPG’ê ragihand ku, li rexmî hemû mudaxeleyan gêrîlayê birîndar nehate rizgar kirin.
Hate ragihandin ku, gêrîlayê jiyana xwe ji dest dayî binasnavê Mahsûm Sozdar, Sînan Aggoz yê ji Erziromê ye. HPG’ê da zanîn ku, gêrîla Sozdar piştî salên 1990’an tevgera gêrîlayan naskiriye û got; “ Hevalê me yê Mahsûm piştî ku tevlî refên tevgera me bû, pêkhateya xwe ya rêxistinî û zanistî bi awayek îdeolojî pêşxist, her wiha hevalê me li gelek herêman erk û berpirsyartiyên girîng girtine ser xwe.”