Gerîlayan li Şemizînanê du caran rê kontrol kir

Gerîlayan li Şemizînanê du caran rê kontrol kir

Gerîlayên HPG’ê di navbera Şemzînan û Gerdiyayê li du caran rê hate kontrolkirin. Hat ragihandin ku artêşa Tirk xwestiye mudaxeleya çalakiya gerîlayan a duwemîn bike, lê li rastî berxwedana gerîlayan û neçar ma ku paş ve vebikişe.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan li rêya Şemizînan û Gerdiyan du caran kontrol kirin û der barê bombebaran û operasyonê li Bakûrê Kurdistanê de agahî da.

Di daxuyaniyê de der barê çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînanê de ev agahî hatin dayîn; “Di 1'ê Îlonê de di navbera saet 09.30-13.00'an de û dîsa 14.30-17.00'an de li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve du caran rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Di çalakiya duyemîn de helîkopterên kobrayan xwestine mudaxele bikin lê rastî berxwedana gerîlayên me hatine û naçar mane paş de vekişin. “

LI DÊRSIMÊ OPERASYON, LI ŞEMIZÎNANÊ BOMBEBARAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 1'ê Îlonê de di saet 17.30'an de di navbera Dersim û navçeya wê Pulurê li dijî herêmên Ballimezra, Qeleya Seyîd Riza û Bokira ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi daxistinan operasyon hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 1'ê îlonê de di navbera saet 22.00-23.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî çiyayê Gomanê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi başlefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

LI ŞIRNEXÊ ŞEWATA DARISTANÊ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku ji 31'ê Tebaxê û vir ve li Şirnexê li dijî Çiyayê Dêra, Deşta Bîra û Gundê Spivyanê bi ser Gabarê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin û got; “encama bombebaranan de şewatê daristana yên li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dikin.