HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Şaxê ya Wanê wesayîtek bi tîpa “akrep” a artêşa Tirk texrîb bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiya li Mehserta Mêrdînê de leşkerek birîndar bû û der barê çalakiyên gerîlayan ên li hemberî Alaya Garê de jî agahî hat dayîn.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiyên gerîlayan û rewşa dawî ya li Şemizînanê de ev agahî da; “Di 25'ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-18.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiya ku ji aliyê gerîlayên me ve hemû baregeh bi awayeke bandor hate lêdan, dijmin li dijî derdora alayê bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.
Di encama lêgerînên gerîlayên me li bejahiya Şemzînanê kirî de me di daxuyaniya xwe doh de di derbarê alavên leşkerên tirk ên dema reviyane li şûna xwe hiştibûn aşkere kiribûn. Gerîlayên me yê xebatên lêgerînê berdewam kiriye û 1 BKC, 600 fîşekên BKC'yê, 2 telefon, Dûrbînek çeka, 2 pûsûlayên hawanê, dûrbîneke şev û cîhazeke sînyalan tevlihev dike hatiye dîtin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 25'ê Tebaxê de di saet 13.30'an de li ser riya Şax û Berwariyê li dijî karwanê leşkerî yên derketiye operasyonê “ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li nêzî pira Tîtîzê hatiye lidarxistin de wesayiteke zirxî ya akrep derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî nehatiye zelalkirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 25'ê Tebaxê de di saet 18.20'an de li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê li nêzî qereqola Golê di navbera leşkerên artêşa “dagirker” a tirk ên derketine operasyonê û gerîlayan de pevçûnek qewimiye û di encama vê peçvûnê de leşkerek birîndar bûye.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê bombebarana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî ev agahî da; “Di 25'ê Tebaxê de di navbera saet 01.00-02.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qeladizê li dijî Gundên Biredê, Sergelê, Silê û Pira Mamikê yên bi ser Qendîlê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûye dîsa gelek rez û zeviyên wan zirar dîtiye.”