Gerîlayan li sê herêman rê kontrol kir: 3 binçavî

Gerîlayan li sê herêman rê kontrol kir: 3 binçavî

Gerîlayên HPG’ê rêyên Dêrsim-Erzîngan, Şemiznan-Gerdiya û Şirnex-Dihê kontrol kirin û di encamê de 3 kes girtin binçavan û 6 wesayît hatin şewitandin. Di encama pevçûna li navçeya Qelqeliya Wanê pêk hat de herî kêm leşkerek hat kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên di 26-30’ê Tebaxê, pevçûn û operasyonan de agahî da.

LI DÊRSIMÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hat gotin ; “Di 28'ê Tebaxê de di saet 20.00'an de li Dersimê li herêma Rojnekê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya ji herêmê dûr xistiye.”

RÊYA ERZÎNGAN Û DÊRSIMÊ HAT KONTROLKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên kontrolkirina rê de jî agahî da û aşkere kir ku di 29'ê Tebaxê de di navbera saet 18.30-20.00'an de li ser riya Dêrsim- Erzinganê ji aliyê gerîlayan rê hatiye kontrolkirin û got; “100 wesayitên hatiye rawestandin nasname hatiye kontrolkirin û di derbarê xweseriya demokratîk û pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin.”

3 TIR HATIN ŞEWITANDIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di dema kontrolkirina rê de herweha 3 tir, tankereke petrolê û kemyonek ên şîrketên bi dijminm re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin, pişt re jî li dijî herêmên Kirmizidag û Gomemîşê operasyona hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 26'ê Tebaxê de li navenda Dersimê li dijî herêma Harçikê operasyona ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike û wiha pê de çû; “Herweha di encama bombebarana bi zanebûn a artêşa dagirker a tirk de şewata daristanan a li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”

LI ŞEMIZÎNANÊ KONTROLA RÊ

Der barê kontrola rê ya li Şemizînanê de jî ev agahî hatin dayîn; “5. Di 29'ê Tebaxê de di navbera saet 14.00-16.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di 40 wesayitê hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”

LI DIHÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 29'ê Tebaxê de di navbera saet 18.30-19.30'an de li ser riya Şirnex û navçeya Diha Êlihê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li vir 20 wesayît hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di vê navberê e kemyoneke şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike û di kar û xebatên riyên leşkerî de kar dike bi şewitandinê hatine rûxandin. Ajovanê kemyonê Mehmet Alî Naz jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.”

LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 29'ê Tebaxê de di saet 17.30'an de li navçeya Qelqeliya Wanê li nêzî qereqola Koçkiranê di navbera gerîlayan û leşkerên artêşa “dagirker” a tirk de pevçûnek qewimiye û got; “Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.”

LI ŞIRNEXÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 26'ê Tebaxê de li Şirnexê li ser riya Findikê û Sûadiyê yên bi ser Gabarê ne keseke ji dijmin re qût (erzak) vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsînên îdarî û huquqî bi dawî bûye kesê bi navê Halîl Esendemîr serbest hatiye berdan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku ev demeke li ser riya Kanîreşa Çewlikê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên danîn.