Gêrîlayan li Geverê di ser qereqolê de girtin

Gêrîlayan li Geverê di ser qereqolê de girtin

Gêrîlayên HPG’ê di ser qereqola bajaroka Xirwate ya ser bi navçeya Gevera Colemêrgê de girtin.

Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê şev di demjimêrên 22.00’an de di ser qereqola bajarokê Xirwate de girtin. Di êrîşa biroket ku avahiya şaredariya bajarokê jî hedef hate girtin de li gorî agahiyên destpêkê 2 kes birîndar bûne. Artêşa Tirk ku piştî serdegirtinê operasyona bi piştgiriya hewayî da destpê kirin, hate ragihandin ku, herêmên çiyayî dane ber bombeyan.