Gêrîlayan li Dêrsimê êrîşî 2 qereqolan kir

Gêrîlayan li Dêrsimê êrîşî 2 qereqolan kir

Gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên şevê de êrîşî qereqolên Yuceldî û Çîçeklî yên Dêrsimê kirin.

Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên şevê de êrîşî qereqola Yuceldî ya li bejahiya navçeya Hozatê kirine. Hate ragihandin ku, piştî bûyerê demek kurt pevçûnê rû da û herêma daristanî bi helîkopteran hatiye bombebaran kirin.

Gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên 17.30’an de jî êrîşî qereqola Çîçeklî ya girêdayî navenda bajar kirin. Piştî êrîşa biroket û çekên giran, hate ragihandin ku artêşa Tirk bê serûber bombebarandine herêmê û li daristanê şewat derketiye.

Di her du çalakiyan de derbarê hêjmara mirî û birîndaran agahî nehate girtin.