Gêrîlayan îro jî êrîşî Tabûra Giranê kirin

Gêrîlayan îro jî êrîşî Tabûra Giranê kirin

Serweriya gêrîlayên HPG’ê ku li Şemzînanê didome, îro jî gêrîlayên HPG’ê li dijî baregeha leşkerî ya Fermandairya Tabûra Cendirmeyan ya Giranê ya ser bi Rûbarokê ve çalakî pêkanî.

Gêrîlayên HPG’ê îro jî li dijî baregeha leşkerî ya Fermandariya Cendirmeyên Sînor ya Giranê ku ser bi Rûbaroka girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê ye çalakî pêkanîn. Hate ragihandin ku, piştî çalakiyê cih cih pevçûn rû didin.

HPG’ê ragihandibû ku, di 23’ê Tebaxê de li dijî gelek noqteyên li Şemzînanê çalakî pêkanîne û 28 leşker kuştine. Her wiha YJA Starê jî heman rojê aşkera kiribû ku, bihemwext li ser 4 qereqolan de girtibûn û yek jê astsûbay 7 leşker kuştine.