Gêrîlayên HPG’ê êrîşî Tabûra Garê ya ser bi Şemzînana Colemêrgê kirin. Piştî êrîşê liv û tevgerbûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê hate dîtin, derdora nexweşxaneyê ji aliyê hêzên tevgera taybet ve hate dorpêç kirin.
Gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên 17.40’an de êrîşî 1’mîn Tabûra Piyade ya Ewlekariya Navxweyî ya Gareyê ku ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê ye kir.