Gêrîlayên HPG’ê bi roketan êrîşî balafira dixwest bi guleyan ala li serê Girê Kelaspî ya li Şemzînanê bixe, kir. Piştî leşkeran herêm da ber topan û helîkopteran li girê al hatibû hildan gule baran kir, gêrîlayên HPG’ê jî bi çekên giran û roketan bersiv da leşkeran.
Piştî gêrîlayên HPG’ê ala xwe li serê Gira Kelaspî ya li nêzî Gundê Şapatan ya kîlometreyek dûrî navçeya Şemzînana Colemêrgê bilind kir, leşkeran top avêtin. Piştî topbaranê helîkopteran vê carê li serê gir gulebarandin û xwestin ala HPG'ê daxin. Lê gêrîlayên HPG'ê jî ket nava parastinê û bi roketan bersîv da balafiran û destûr neda ku ala HPG'ê daxin. 4 balafirên bênavber gir bombebaran dikir piştî bersiva gêrîlayan balafir paşve kişiyan. Li navenda navçeya Şemzînanê jî hemwelatiyan pevçûn temaşe kirin.