HPG'ê bi hewana êrîşê Gira Zitê ya Qereqola Giranê ya girêdayê Navçeya Şemzînan a Colemêrgê kir.
HPG'ê bi hewana êrîşê Gira Zitê ya Qereqola Leşkerî ya Giranê ya Bajaroka Rûbarokê ser bi Navçeya Şemzînana Colemêrgê kir. HPG'ê bi hewanan êrîşê herêma ku leşker dixwestin li ser girê bi cih bibin kir. Gêrîlayê ku 4 topên hewanê avête Gira Zitê, nehate zanîn ku di di êrîşê de mirî û birîndar çêbûne yan na.
Li aliyê din jî di herêma ku ji 23'ê tîrmehê ve di destê gêrîlayên HPG’ê de ye, li nêzî Gundê Şapatan ya girêdayê Navçeya Rûbarokê di derbazbûna karwana wesayîtên leşkerî de gêrîlayan bi çekên giran êrîş kir. Heta niha agahiyên derbarê birîndar an jî mirî de tu daxuyanî nehatiye dayîn. Her wiha li Qereqola Mavan û Gelîşenê jî bi topên obus û hawanê êrîş hatiye kirin.