Gerîlayên HPG’ê rêya di navbera Colemêrgê û navçeya wê Çelê de ya ku ji bo veguhestinên leşkerî pir girîng e û hema bêje her roj leşker di vê rêyê re tên veguhestin, 9 seatn kontrol kirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) aşkere kir ku gerîlayên HPG’ê di çarçoveya serweriya gerîlayan a li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yên Colemêrgê de hin rêze çalakî li dar xistin.
Hat diyarkirin ku gerîlayan 7’ê îlonê saet di 09.00-18 de rê kontrol kirin û di 150 wesayitan de kontrola nasnameyan pêk anîn. Hat diyarkirin ku gerîlayan der barê komploya navneteweyî ya 9’ê cotmeha 1998 ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên gerîlayên HPG’ê de agahî da gel. Hat ragihandin ku di dema kontrolê de wesayîtek a rêyên bejahî hatiye şewtiandin.
DU HELÎKOPTERAN DERBE XWAR, AQIBETA WAN NAYÊ ZANÎN
HPG-NÇR ragihand ku gerîlayan roja 7’ê cotmehê li dijî 2 helîkopterên skorsy çalakî li dar xistine. Hat diyarkirin ku gerîlayan saet di 11.30 de li dijî helîkoptera ji Çelê diçû Colemêrgê û piştî nîvro ji ji Colemêrgê diçû Çelê çalakî li dar xistine û derbe li her du helîkopteran ketine. Hat ragihandin ku çalakiya gerîlayan di navbera gundên Rindikê û Dizê de pêk hat. Hat diyarkirin ku agir bi helîkopterên derbe xwarin ket û heta niha aqibeta wan nehatiye zanîn.
HPG-NÇR’ê diyar kir ku gerîlayan roja 5’ê cotmehê saet di 23.00 de li navenda Colemêrgê li dijî wesayita zirxî ya Akrep a polîsên tevgera taybet çalakiyek li dar xistine û di encamê de 1 jê bi giranî 2 polîs birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li herêmê operasyon hatiye destpêkirin û operasyon di 7’ê cotmehê de paşde vekişiyaye.
HPG-NÇR aşkere kir ku gerîlayan roja 7’ê cotmehê saet di 18.35 de li dijî xeta ceyranê ya ku ji Geverê diçe qereqolên Oremar û Şitazinê çalakiyek sabotajê li dar xistine.
BOBMEBARAN
HPG-NÇR der barê bombebaranên li ser van herêman de jî agahî da û diyar kir ku 7’ê cotmehê saet di 06.00 de û sibehiya 8’ê cotemhê deverên Çarçela û Mêrgezerê yên navçeya Gevera Colemêrgê ji obîs û hewanan hatine topbarankirin. HPG-NÇR da zanîn ku ji roja 5’ê cotmehê ve herêma Ertûş a Çelê û deverên Ciloyê Biçûk û Karker ên li ser sînorê herêma Zapê ya girêdayî Hermên Parastinê yên Medyayê bi obîs û hewanan tên topbarankirin.
Her wiha, HPG-NÇR ragihand ku balefirên şer ên artêşa Tirk roja 7’ê cotmehê saet di 13.00-13.00 de gundê Silê yê herêma Qendîlê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine.
LI NAVENDA BEDLÎSÊ ÇALAKÎ
HPG-NÇR têkildarê çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navenda Bedlîsê jî agahî da. Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan 7’ê cotmehê saet di 20.00 de li navenda Bedlîsê li dijî wesayîtek zirxî ya Akrep a “artêşa dargirker a Tirk” çalakiyek li dar xistin. Hat diyarkirin ku hejmara kuştî an jî birîndaran nehatine zelalkirin. Hat aşkerekirin ku artêşa Tirk piştî çalakiya gerîlayan bi wesayitên zirxî operasyonek li herêmê daye destpêkirin.