Gêrîlayên HPG’ê ku rêya Dêrsim-Erzînganê qutkiribûn, 3 tir û tankerekî sotemeniyê şewitandin.
Komek ya gêrîlayên HPG’ê ku li ser rêya herêma Sogutluçeşme ya Erzîngan-Dêrsimê, 3 tir û tankerekî sotemeniyê şewitandin. Piştî bûyerê helîkopterên kobra herêm bombebaran kirin. Hate ragihandin ku, di navbera leşkerên Tirk û gêrîlayan de demek kurt pevçûnê rû da.