Gerîlaya HPG'ê Zîlan Cudî hate bibîranîn

Gerîlaya HPG'ê Zîlan Cudî hate bibîranîn

Gerîlaya HPG'ê Tirkiye Muhammed (Zîlan Cudî) ku di 26'ê Tebaxê de li navçeya Silopî ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya hezaran kesan hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê, li mala malbata Zîlan Cudî ya li gundê Bîrknlîs ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê hate lidarxistin. Ji Serêkaniyê, Amudê, Hesekê û Dirbêsiyê bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Di merasîma ku ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) Huseyîn Şawîş axaftinek kir.

Şawiş ku bi gotina"Em bejna xwe li hemberî şehîdên Kurdistanê di tewînin" dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku Kurd dê di têkoşîna azadiyê de bi ser bikevin. Şawiş, destnîşan kir ku gelê kurd bi şehîdên xwe ve girêdayî ye û wiha dom kir: "Sekna gel a li vir nîşaneya vê yekê ye. Kurdan bi fikrên Rêber Apo, xwîna şehîdan û berxwedana xwe hebûna xwe îspat kir û niha jî ji bo gihîştina armanca xwe têkoşînê bilind dikin."

Li ser navê meclîsên gel ên Serêkaniyê û Dirbêsiyê, her wiha li ser navê PYD'ê jî axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdên şoreşê hate dayîn. Di merasîmê de malbata Cudî jî xêrhatina mêvanan kir û serbilindiya xwe ya ji ber zaroka xwe anî ziman.