Gêrîla TV dîmenên çalakiya Dihê weşand

Gêrîla TV dîmenên çalakiya Dihê weşand

Gêrîlayên HPG’ê ku di 2’ê Tebaxê de li dijî navçeya Dihê ya Sêrtê çalakî li darxistibû û di çalakiyê de 20 leşker hatibûn kuştin, gêrîla TV’yê dîmenên çalakiyê weşandin.

Di dîmenê de girê ku qereqol lê ye, gêrîla di mesafeyek nêz de gule baran dikin. Di encama çalakiyê de agir bi avahiyên qereqolê dikevin. Di pevçûnên ku demek dirêj dom kir de gêrîlayan gelek roket li cihên cûda yên qereqolê dan.



Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkera kiribû ku, di çalakiya 2’ê Tebaxê de 20 leşker hatibûn kuştin û gelek jî birîndar bibûn. HPG’ê ragihandibû ku, her du girên ku ewlekariya Qereqola Diha kevin digirtin jî ji aliyê gêrîlayan ve hatine xistin, di çalakiyê de dest danînbûn ser 3 çekên A4 û dûrbînek Nîkon jî. Her wiha aşkera kiribû ku di çalakiyê de 2 gêrîlayan jî jiyana xwe ji dest daye.