Gerîla Kejîje bi girseyî hate rêwîkirin

Gerîla Kejîje bi girseyî hate rêwîkirin

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Kejîje Urselendî ya ku di çalakiya li dijî Qereqola Haruna de jiyana xwe ji dest da li gundê Şêxdawuda bi slogana "Şehîd namirin" spartin axê.

Cenazeyê gerîlaya Kurd Kejîje Urselendî ya ku di 14'ê îlonê de di çalakiya li dijî Qereqola Haruna ya di navbera Gever û Şemzînan de jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbatê ve ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin. Cenaze di ketina navçeya Farqînê ya Amedê de bi girseyî hate pêşwazîkirin û bi karwaneke qelebalix birin Farqînê.

Pişt re karwana cenaze çû gundê Şêxdawuda. Di ketina gund de welatî ji wesayîtan peya bûn û dest bi meşê kirin. Karwana cenaze ya di ketina gund de hate pêşwazîkirin, cenaze hate hilgirtin û birin mizgeftê. Piştî li mizgefta gund vecîbeyîn olî hatin bicihanîn, darbesta Urselendî bi alên kesk, sor û zer hate pêşandin. Pişt re darbesta Urselendî ji aliyê jinên gund ve hate hilgirtin û birin goristana gund.

Di merasîma cenaze de sloganên "Şehîd namirin", "Tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Cenazeyê Urselendî bi sloganan spartin axê. Piştî karên veşartinê bi dawî bûn rêzgirtin hate girtin û sloganan "Şehîd namirin" hate berzkirin.

Endamên MEYA-DER, BDP'ê û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bû. Piştî karên li goristanê meraîman cenaze bi sloganan bi dawî bû. Girseyî dîsa ji goristanê heta ber konê şînê meşiya. Malbata Urselendî hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn oxir kirin.