Cenazeyê gêrîla Musa Ali (Kerwan Gabar) ku di çalakiya li dijî qereqola Harûna jiyana xwe ji dest da li navçeya Kelarê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hate defikirin.
Cerazeyê gêrîlayê HPG'ê Karwan Gabar ji aliyê 10 hezaran kesan bi merasimekê hate definkirin. Malbatê piştî cenazeyê gêrîla Karwan Gabar yê ku di çalakiya ku li dijî qereqola Harûna ya di navbera Gever û Şemzînanê de hate lidarxistin de jiyana xwe ji dest da, di 8'e Cotmehê de ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin di deriyê Sînor yê Xabûrê re şandin Dihokê û ji wir jî bi karwanek mezin şandin Hewlerê.
Cenazeyê gêrîla Karwan duh bi karwanek mezin ji Hewlerê şandin Kerkûkê. cenazeyê gêrîla Karwan ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin, dema ku karwanê cenaze di nava bajarê Hewlêrê de derbaz bû, gel eleqeyek mezin nîşanda.
Cenaze bi karwanek mezin şandin Kerkûkê û ji wir jî bi karwanek mezintir şandin navçeya Kelerê ya Silêmaniyê. Kerwanê cenaze ku di bajarên Dihok, Hewlêr, Kerkûk, Xurmato û Kifriyê re derbaz bû, her ku çû tevlîbûn mezin bû. Bi hezaran kesên derketin ser rê karwan bi slogan û çepikan pêşwazi kirin û cenaze silav kirin. Piştî karwan gihişt Kerkûkê hêjmara maşîneyên karwanê gihişt 500 maşîneyan. Bi 10 hezaran kesên bi maşînyên xwe tevlî merasimê bû Deşta Germiyanê tije kirin. Dema karwan derbaz bû welatiyên li nava rez û zeviyên xwe li cihê xwe rawestiyan û rêz girtin.
GELEK SIYASETMEDAR Û NÛNERÊN SAZIYAN TEVLÎ MERASIMÊ BÛN
Cenazeyê gêrîla Karwan li Kelarê bi girseyî hate definkirin. Dema jinan xwestin cara dawî rûyê gêrîla Karwan bibînin bavê gêrîla Karwan, Alî Muhammed Salih destûr neda. Piştî merasima olî ya li Mizgefta Ýmam Abbasê girseyê cenaze wergirt û birin li gundê Bavanurê defin kirin.
Di merasima cenaze de Şêx Abdurrahman Nexşîbendî, Hevseroka PÇDK'ê Necibe Omer, endamê KNK'ê Xebat Muhammed, Nûnerê BDP'ê yê Hewlerê Cemal Coşkun, Nûnerê Tevgera Goran Abdulla Mella Nurî û Berdevkê Hemwelati Azad Serdar Star û gelek nûnerên leşkerî û siyasî tevlî merasimê bûn.
'CENAZEYÊ GÊRÎLA PERÇE KIRIBÛN'
Li ser gorê bavê gêrîla Karwan, Salih diyar kir ku cenaze ji aliyê leşkeran ve hatibû perçekirin û wiha got: "Ji ber ku cenaze hatibû perçekirin me cenaze nas nekir û wiha got: "Tiştên ku dewleta Tirk dike di îslamê û olên din de tune ne. Hurmeta dewleta Tirk ji cenazeyan re tune. Pişti zarokên me şehîd ketin dîsa li pey hev rêz kirine û dane ber guleyan. Cenaze tev perçe kirine Dema ez çûm morgê hemû cenaze nîşanî min dan. Min tu cenaze nas nekir. Ser û piyê kurê min jê kiribûn. tenê sînga wî mabû. Pişti testa xwînê kirin û şûnde min nas kir.
'LI MORGÊ 3-4 CENAZEYAN DAVÊN SER HEV'
Salîh destnîşan kir ku li morga Meletiye cenazeyan davên ser hev û hurmeta wan ji cenazeyan re tune û wiha berdewam kir: "Li morgê 3-4 cenazeyan davên ser hev û fîşa morgê derdixin û cemedxane naxebite. Hemû cenaze bêhn didin û xirab dibin. Ger ku alîkariya MEYA-DER'ê û Kurdên wir nebûya dê helwesta dewletê pir xiraptirbûya. Min bi alîkariya wan cenaze wergirt. ez pir sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim.
Bavê gêrîla Karwan Salih da zanîn ku, ne şehîde wî tenê ye, kur û şehîdê hemû Kurdistanê ye.