Gêrîla di şer de însiyatîf xistiye destê xwe- Bakî Gul

Gêrîla di şer de însiyatîf xistiye destê xwe- Bakî Gul

Em bi gêrîlayan re di notan de berdewam bikin. Di şerê ev demeke di navbera gerîlayên HPG’ê û Artêşa Tirk de berdewam bike, rewşeke nû heye. Pevçûnên ku diqewimin, çalakiyên gêrîla, berfirehiya wê û karakterê şerê gêrîla jî dide xuyakirin ku însiyatîf di destê gêrîla de ne. Gelek mînakên ku vê piştrast dikin hene. Ji Şemzînanê heta Çelê, ji Elkê heta Dihê, ji Amedê heta Dêrsimê û heta xeta Serhedê hemû di bin serweiya gêrîlayan de ye.

POLÎTÎKAYÊN LEŞKERÎ

Qereqolên ku di “Konsepya polîtîkayên ewlekariyê” de ji hêla AKP’ê ve hatin şîrovekirin, balafirên keşfê yên bêmirov, kamerayên termal, tank, top û balafirên şer, li hemberî gerîlayan tu tiştî bi dest naxe. Ji ber ku gerîla di heman demê de dikare bi ser çend qerqolan de bigire. Li ser riyan noqteyên kontrolê deyne û herêmê dixe bin serweriya xwe. Bi taybetî qereqolên li ser sînor, şev û roj di binê erdê de dijîn. Cihê xwarinê, cihê razanê, jiyana rojane, cihê wan ê nobetê henû di binê erdê de ne. Di fikareke herî biçûk de jî, leşker li der û dora xwe guleyan direşînin.

Yekîneyên taybet ên ku ji hêla AKP’ê ve hatin avakirin, hema bêje bûn wekî fiyaskoyekî. Yekîneyên taybet ên ku nikarin ji qereqolên xwe derkevin, nikarin di qadê de derkevin pêşberî gêrîlayan. Li dû xwe cebirxaneya xwe, çekên xwe, telefonên xwe dihêlin û direvin. Hê mînakên balkêş jî hene. Rojnivîskeke serleşkerê qereqolê ji hêla gêrîlayan ve tê destaserkirin. Serleşkerê qaraqolê di rojnivîska xwe de rojên xwe yên ku ketiye tengasiyê bi van gotinan tîne ziman: “Xweziya ez ne mêr bûna, ez jin bûne û min ev roj nedîtina û ez nebûma leşker.”

DERUNIYA WAN XIRA BÛYE

Bi rastî jî deruniya leşkerên li qereqolê gelekî xirab e. Leşkerên ku terhîsa wî hatiye nikare biçe, sibê wê çi bibe nizane, leşkerên ku herdem di binê gulebaranê de ne, deruniya wan xira bûye. Wisa dixwiyê ku wê hev rewş hê gelekî berdewam bike.

Hikûmeta AKP’ê û Artêşa Tirk ya di bin serleşkeriya Necdet Ozer de, rastiya şer û windahiyên xwe hê jî vedişêrin. Lê bi rastî li qada şer tu rastî li ber çavan winda nabin û nayên veşartin. Subayên ku peywîra xwe ya li qada şer qebûl nakin, serleşkerên ku qereqolê dihêlin diçin, leşkerên ku ketine fikara wê qereqol rastî êrîşê were ji qereqolê firar dikin. Heta mizgefteke li Amanosan leşeran ji xwe re kirine çeper. Cihê ku mele lê bang bide, leşeran bi torbeyên xîzê ji xwe re kirine çeper. Leşkeran di navbera mizgeftê û qereqolê de pira daliqandî çê kiriye û bi wî awayî tên û diçin.

PIŞTÎ SERDEGIRTINÊ

Hê mînakên cûda hene. Di demek nêz de gêrîlayan di ser qereqolekî de girt, rojek şûnde serwîsa nan çû. Nanpêjê firinê yê ku dibêje serleşkerê qereqolê “Ez ji were çend nana bînim” serleşkerê qereqolê bi gotineke bi hêrs bersivê dide nanpêj û wiha dibêje: “Kurê min tu bi min henekê xwe dike! Di qereqolê de leşkerekî sax maye ku nan bixwe.” Belê ev rastiyeke herî biçûk a şer e. Hê gelek tiştên ku ji me re gotin hene. Dîmenên çalakiyên gêrîlayan rastiyeke hêla wê ya din e. Gelek dîmenên çalakiyan di înternetê de cih digirin. Qereqolên şewitî, tangên û panzerên ku hatine rûxandin, çeperên leşkeran ên hatine xirakirin, çekên leşkerî yên ku ji hêla hêla gêrîlayan ve hatine destaserkirin jî dide xuyakirin ku însiyatîf di destê gêrîlayan de ye.

ÎNSIYATÎF YA GÊRÎLA YE

Cavdêriyên meyên li qada gêriya ya din hê bêhtir zêde ne. Em li çeperên gêriyalan digerin. Em bi fermandarên gêrîlayan re axaftinan dikin. Sekna gêrîlayan a bi bawer û bi wêrekî bala me dikişîne. Gerîlayên ku di hemû yekîneyan de ji bo di yekîneyên pêşî de cihê xwe bigirin bi bi israr xwe pêşniyar dikin. Performansa gêrîlayn a di çalakiyan de û tiştên ku diqewimin gelekî cuda ye. Gotinên wan gêrîlayên ku xwe ji bo hevalên xwe feda kirine, çalakiyên ku pêk anîne li ser hevalên xwe bandoreke gelekî mezin hîştine. Belê di qada gêrîlayan de, qada azadiyê hê bêhtir hatiye firehkirin. Tiştên ku gêrîla dikin wekî “çalakiya” teng nirxînin. Wekî operasyonên li dijî Artêşa Tirk tên pênasekirin.

Fermandarên gêrîlayan diyar dikin ku di vê pêvajoyê de “şerê navbeyîn-orta yogunluklu” didin meşandin û diyar dikin ku ew tenê polansiyeleke hêza gêrîla ya piçûk didin nîşan.

REWŞA ESÎRAN

Herî dawî em derbarê rewşa dîlên di destê gêrîlyan de hin agihiyan bidin. Rewşa wan leşker, polîs û qaymeqam ên di destê gêrîlayan de başe. Bi rêk û pêk ji hêla doktoran ve tên lêkolînkirin. Rayedarên HPG’ê didin zanîn ku divê malbatên hêsîran û saziyên sivîl ne zexta li HPG’ê bikin, ji bo berdana êsîran, divê zextan li hîkûmeta AKP’ê bikin. Rayedarên HPG’ê diyar dikin ku heta niha malbatên êsîran ji bo dîtina zarokên xwe tu serlêdan wanên HPG’ê çênebûne û destnîşan dikin ku heke serlêdanê malbatan çêbin ew dikarin zarokên xwe bibînin.