Ger Erzîngan bibe navenda Kurdîniyê...

Ger Erzîngan bibe navenda Kurdîniyê...

Komkujiya Dêrsimê di çapemeniya Tirk de di 1930’ê de dest pê kir. Di nûçeyên dihatin weşandin de Kurdên Erzînganê dikirin hedef. Ev plan bi vê hevoka “Heke Erzîngan bibe navenda Kurdîniyê ez ê ji avabûna Kurdistanê bitirsim” ya ku di rapora Gera Rojhilat a Îsmet Înonu de cih girtibû, tê piştrastkirin.

Piştî dewleta Osmaniyan, rejîma Kemalîst di raporên der barê muxalîfeta Kurdan de amade dikirin de digotin “Îslehkirina Dêrsimê”. Di rapora Hamdî Beg a di sala 1926’ê de hatibû amadekirin de têgeha “Dêrsim her ku diçe dibe Kurd. Dêrsim kînorek e” hatibû bikaranîn. Fevzî Çakmak jî gotibû “Bila Dêrsimî nebin leşker” û hinceta wê vê yekê jî wiha rave kiribû; “Ger Dêrsimî hînî karanîna çekan bibin, dê li dijî me şer bikin.”

Di sala 1935’ê de bi Qanûna Dêrsimê navê Dêrsimê bi “Tunç elî” guhertin. Di encama xebatên “mezin” ên Tirkologan de navê wê bû “Tuncelî”. Di heman salê de Îsmet Înonu di rapora xwe ya navdar a piştî Ger Rojhilat amade kir: “Plana Dêrsimê ya Înonu tenê dê hin kes bizan in... Di salên 1935-1936 de tê li Dêrsimê qereqol û rê bêne çêkirin. Hemû çekên li herêmê dê bêne komkirin.”

HEKE ERZÎNGAN BIBE NAVENDA KURDAN...

Hin xalên balkêş ên di rapora Înonu xwe de der barê Erzînganê de dibêje ev in:

“Ger Erzîngan bibe navenda Kurdîniyê, ez ê ji avabûna Kurdistanê bitirsim... Axayên Erzînganê cotkarên Dêrsimê didin xebitandin... Ev yek nîşan dide ku hin begên Erzînganê ji bo Kurdan dibin stargeh.”

Niha dixwazim vegerim 5 sal beriya niha û li ser rêya diçe Komkujiya Dêrsimê, Erzînganê binivîsim. Dîrok 1930, meha Îlonê... Di 12’ê Îlonê de Berxwedana Agiriyê bi awayeke bi xwîn bi encam bûye û bi hezaran kes hatine qetilkirin. (Ger mirov bîne bîra xwe 12’ê Îlona 1980’ê Cûntaya Faşîst li Zîndana Amedê dest bi pêkanînên xwe kir. Weke ku cezayê dardekirinê li Şêx Seîd hat birîn û di heman dîrokê de li Ocalan jî hat birîn...”

Di 30’ê Îlona 1930’ê de di rojnameya Cumhuriyetê de nûçeyek wiha cih digire:

“Xanimek Leheng… li derdora Erzînganê di pevçûna bi nêzî 50 Kurdan re, eşqiya reviyan...” Nûçeya rojnameya Cuhmuriyetê, Kurdan weke “eşqiya”, “êrîşkar û heydut tên nîşandan... her wiha di nûçeya rojnameyê de gelek caran peyva “qehbe” ji bo Kurdan tê karanîn û tê gotin ku jina Tirk Sidika Xanim bera 50 Kurdan daye. Her çendî di sernûçeyê de dibêje “50 Kurd”, lê di nûçeyê de tenê behsa “6 kesan” tê kirin.

DEMOGRAFIYA ERZÎNGANÊ HAT GUHERTIN

Di sernûçeyê de rojname dibêje “50 Kurd...” lê di naveroka wê de de tenê behsa 6 kesan dike. Ger em bala xwe bidin ku piştî Serhildana Agiriyê, ji bo şopa berxwedêrên serhildanê bi hezaran leşkerên girêdayî Baskordiya 9’emîn a artêşa Tirk li Erzînganê hatibûn bicihkirin, em ê bibînin ku rojnameya Cumhuriyetê ji 1930’ê ve zemînê Komkujiya Dêrsimê dikir. Gava mirov li zimanê nijadperest ê nûçeyê dimezyîne, mirov dibîne ku Kurdên li Erzînganê jî kirine hedef. Jixwe piştî Komkujiya Dêrsimê ya 37-38’ê, komkujî pekiya Deşta Erzgînanê û tê zanîn ku li vê derê bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran penaberê Rojavayê Anatolya û Trakyayê hatin kirin. Bi taybet di rapora “navdar” a Îsmet Înonu de îfadeyên balkêş ên der barê Erzînganê de hene. Yek ji hevokên herî balkêş ên vê rapor; “Ger Erzîngan bibe navenda Kurdîniyê, ez ê ji avabûna Kurdistanê bitirsim...” Piştî vê raporê dewleta Tirk dest bi guhertina pêkhateya demokrafîk a Erzînganê kir. Di vê demê de bi hezaran Çerkez, Laz û Tirkmen ji herêmên muxalîf ên weke Trakya, Derya Reş, Anatolyaya Navîn anîn li tax, gund û navendên bajrên Kurdan bi cih kirin. Asîmlasyona ji bo Kurdan hat pêkanîn, ji bo van gelan jî jî hat pêkanîn. Di roja îro de hema bêje tu nîşaneyek ji wan gelan nemaye. Ji ber ku hemû bûn Tirk.