Gelê xwest biçe pevçûna li Katoyê rawestîne hatin astengkirin

Gelê xwest biçe pevçûna li Katoyê rawestîne hatin astengkirin

Piştî pevçûnên dijwar yên li navçeya Elka Şirnexê, bi dehan kesên çalakiya mertalên zindî bidin destpê kirin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

Piştî pevçûna di 2’ê Îlonê li navçeya Elkê rû da, duh piştî operasyona bi piştgiriya hewayî li dijî Çiyayê Kato yê Zozanên Laleşînê, di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên derketibûn operasyonê de pevçûn derketibûn.

Gel ji bo rawestandina operasyona di bin pêşengtiya BDP’ê de dê bimeşin herêma pevçûnê, xwestin çalakiya mertalên zindî bidin destpê kirin.

Tîmên tevgera taybet û leşkerên ku ketin û derketina navçeyê girtîn, destûr nedan ku di nav de Şaredarê Elkê Yûsûf Temel, Serokê BDP’a Navçeyê Kerîm Ataman, endamên meclîsa şaredariyê, endamên meclîsa taxan û bidehan kesên xwestin biçin Zozanê Laleşîn ya pevçûn lê heyî. Li ser vê yekê bendê mayîna koma li vegeriya ber avahiya BDP’a Elkê didome.