Li Qamişloyê piştî ku hêzên rejîma Suriyeyê 25 ciwanên kurd binçav kirin û li ser vê yekê gel daket kolanan, Hêzên Asayîşa Gel jî 8 polîs binçav kirin, hêzên rejîmê daxwaza hevdîtinê kiribû û diyar kiribû ku dê ciwanan berde. Lê ji ber ku heta niha ji bilî hinek ciwanan ên din nehatin berdan, gelê Qamişloyê dê îro dîsa derbikeve kolanan û nerazîbûna xwe nîşan bide.
Li bajarê Qamişloyê, di 3’yê îlonê de hêzên rejîma Suriyeyê li Taxa Qudurbeg û li navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtibûn û 25 ciwan bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne binçav kiribûn. Li ser vê yekê bi pêşengiya Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) çalakiya şermezarkirinê hatibû lidarxistin. Hêzên Asayîşa Gel jî li hemberî hêzên rejîmê operasyon dabû destpêkirin û 8 polîs binçav kiribûn.
Piştî vê yekê hêzên rejîmê daxwaza hevdîtinê kiribû. Di encama hevdîtinan de hatibû gotin ku dê ciwanên kurd, piştre jî polîsên rejîmê bêne berdan. Piştî ku hevdîtinan dest pê kir, gel jî çalakiya xwe bi dawî kiribû.
HÎN NEHATINE BERDAN
Di hevdîtinên di navbera Hêzên Asayîşê û hêzên rejîmê de hatiye kirin de, di heman rojê de hinek ciwan hatin berdan. Hêzên Asayîşê jî diyar kiribû ku heta ciwan hemû neyên berdan, ew polîsên binçavkirî bernadin. Lê li gel ku di navberê de 2 roj derbas bûn jî, ciwan hîn nehatine berdan. Li aliyekê çav li encama van hevdîtinan e, li aliyê din gelê bajêr îro dîsa dê derbikeve kolanan û nerazîbûna xwe nîşan bide. Çalakî dê saet di 17.00’an de li ber Mizgefta Qasimo bê lidarxistin.
LI DIRBÊSIYÊ Û ŞAMÊ 10 KURD HATIN BINÇAVKIRIN
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; welatiyên bi navê Hecî Îsa Sîdo (50), Kawa Sîdo, Mihemed Îso Sido, Azad Îsa Silêman û Cihat Hisên Sido dema ji gundê Xennamiyê yê girêdayî Dirbêsiyê bi wesayîta xwe diçûn Qamişloyê, ji aliyê hêzên rejîma Suriyeyê ve hatin rawestandin.5 kesên li ser riya di navbera Dirbêsiyê û Qamişloyê li nêzîkî xaçerêya Zorê hatibûn rawestin, hatin binçavkirin. Nayê zanîn ka 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birine ku derê.
LI ŞAMÊ LI HEMBERÎ KURDAN OPERASYONA MUXABERATÊ
Hat ragihandin ku yekîneyên Muxaberata Suriyeyê, li paytext Şamê bi ser malên karkerên kurd de girtin û 5 kes binçav kirin. 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, wekî karker dixebitîn û di xaniyên kirê de diman.