Beriya mitînga li Amedê, tedbîrên berfireh ên ewlekariyê hatin girtin. Li ser rêyên diçin Qada Îstasyonê ya ku dê mitîng lê bê lidarxistin, bi wesayîtên zirxî hatiye girtin. Her wiha li derdorê qereqolên polîsn gelek polîsên hêzên Çevîk hatine bicihkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, beriya mitînga 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê, ya ku dê saet di 16.00 de li Qada Îstasyonê li dar bikeve, girseya gel ji her aliyan ve li qadê kom dibin.
Hate zanîn ku beriya mitînga ku Walîtiyê destûra wê daye bi sedan polîs ji bajarên derdorê Riha, Dîlok, Meletî, Semsûr û Xarpêtê anîne Amedê.