Ew kirasên rengîn di dolaban de mifte kirin

Ew kirasên rengîn di dolaban de mifte kirin

Şîna Roboskiyê 8 meh in didome. Jiyana rojane didome, lê jinan heta niha jî kicên reş û şîn ên şînê ji xwe nekirine. Kiras û fîstanên rengîn di dolaban de mifte kirine. Di nava 8 mehan de li gund tenê yek şahî an jî daweteke çênebûye. Tenê qehwexaneyek a gund heye, ew jî heta niha girtî ye.

8 meh bi ser komkujiya Roboskî ya ku di encama bombebarana artêşa Tirk de pêk hat û di encamê de 34 kes jiyana xwe ji dest dan re derbas bû. Heta niha hemû bendewarî û hêviyên gundiyan ên ji bo edaletê bê bersiv mane.

ETARÎ JÎ DI DOLABAN DE NE

Jiyana rojane ya gundên Roboskî û Bêcûyê berdewam dike. Ciwan, zarok, ji bo “bazirganiyê” sînor derbas dikin, baxçe tên avdan, ji daran fêkî tên çinîn, ajal tên çêrandin. Li li her pêngav û bihostek a gund şîn heye.

Jinan kincên xwe yên reş ji xwe nekirine. Kiras û fîstanên wan ên rengîn hîna jî di dolaban de hatine miftekirin. Yek ji jinên ciwan a ku di komkujiyê de tîyê xwe (birayê hevserê xwe) wenda kiriye, etariya xwe ya ku çend roj beriya komkujiyê çêkiribû, ji dolabê derdixe û nîşanî me dide û dibêje; “Ji bo vê li xwe bikim, 5 salên din divê.”

HER TIŞT BI KOMKUJIYÊ BI BÎR TÎNIN

Li goristana gund, kulîlkên kesk, sor û zer, şal, pakart û ji wêneyan tije ye, li ber her kelekê wêne û zarokên bi her du çavên xwe li me dinêrin, topbarana şevê ji tabûrê li hemberî Heftenînê pêk tê, liv û tevgera helîkopterên leşkerî... her tişt roja komkujiyê tîne mîra mirov.

Tiştek din jî ku komkujiyê her tim tîne bîra malbatan ew e ku bi mehane heta niha tu rayedarek weke berpirsê komkujiyê nehatiye darizandin. Komkujî di meha 8’emîn de ye. Gotinek hevpar a gundiyan heye: Ger berpirs bêne cezakirin, dê dilê me hine rehet bibe.

DI 8 MEHAN DE TU DAWET NÎNE

Di nava 8 mehan de heta niha ne şahî ne jî tu dawetek li her du gundan nehatine kirin. Gundî dibêjin; “Tenê hin caran xestina keçan çêbû, lê bi mehan e me tu dawet nekiriye.” Yekane qehwexaneya gundê Bêcûyê jî hatiye girtin. Ji ber ku tu kes naçe qehwexaneyê.

'JI ME RE EDALET DIVÊ'

Di van rojên dawiyê de kefyxweşiyek biçûk li gundê Bêcû heye, ew jî ew e ku ciwanek ji vî gundî fakulteya huqûqê qezenç kiriye. Hema bêje piraniya xwendekarên amadeyî xwe ji fakulteya huqûqê re amade dikin. Xwendekara pola duwemîn a ku bi derfetên xwe zanîngehê dixwîne Gulşen jî xwe ji fakulteya huqûqê re amade dike. Gulşen dibêje; “Beriya komkujiyê fakulteya huqûqê ne di hişê min de bû” û didomîne; “Ji me re edalet divê. E jî dê bibim parêzer û têbikoşim."

LI 11 KESAN TÊ GERÎN

Tiştek din li vî gundî qet naguhere jî zextên li ser mexdûrên komkujiyê ye. Dadgehên Tirk ên ku ji bo lêpirsîna komkujiyê qet tu tiştek nekirin, lê di carekê de 6 kesên ku qeymeqam protesto kirin dan girtin. Ji vana 5 kes serberst hatin berdan. Sûat Enç jî gitî ye. Der barê 11 kesan de jî biryara lêgerînê heye. Servet Encu yê ku ji komkujiyê bi saxî felitî, ji ber zextan neçar ma ku tevî malbata xwe koçberê Başûrê Kurdistanê bibe.

Li gel vana jî, li aliyeke leşker, li aliyeke kontra zextê li gundiyên Roboskiyê dikin. Komek ji 4 kesan û rûyê xwe vedişêrin, li derdora gund xebatên kontrayî dimeşînin û gundiyan dixin nava fikaran.

HEMÛ PIRÊN BER BI AKP’Ê FE HILWEŞIYAN

Ji bo Roboskiyan hest û fikra herî girîng a ku guherî, nêzîkatiya wan a li hemberî AKP’ê ye. Kurtahiya vê: Hemû pirên ber bi AKP’ê ve diçin hatine hilweşandin.

Di hilbijartinên 2011 de beşek mezin a dengên Roboskiyê BDP’ê girtiye. Lê dîsa jî ji ber ku Erdogan gotiye “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e”. Gundî dibêjin “Me got misilman e, nikare zilmê bike”. Lê piştî komkujiya Roboskiyê nêrîna wan bi temamî guherî. Hema bêje agir bi ser AKP’ê de dibarînin û dibêjin; “Yên ku me fêm dikin, her tim li ba me ne, BDP wekîlên me ne” û vê her tim dubare dikin.

JIN HER TIM DI ÇALAKIYAN DE NE

Piştî komkujiyê hema bêje piraniya jiyana jinan guheriye. Jin di malan de, di nava civakê de rola xwe dileyîzin. Lê jinên ku beriya 28’ê Berfanbara 2011 qet nediçûn çalakiyan û heta beşdarî şahiyên Newrozê jî nedibûn, her tim di çalakiyan de ne. Ne tenê li gund, li her derê ku tên gazîkirin in û daxwaza edaletê dikin.”