Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku ji bo ew bikarin di şerên li Sûriyeyê de bi ser bikevin, pêwistiya wan bi demê heye. Esad ji bo herêma tampon a tê xwestin li ser sînorê Tirkiyeyê bê çêkirin jî got ‘ne tiştek rast e’.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşdar Esad, der barê krîza siyasî ya li welat û pevçûnan de ji televîyona el Dunya ya ku alîgirê dewletê ye re axivî.
Esad got ku hukûmeta Sûriyeyê di qada herêmî û navneteweyî de têdikoşe û got; “Ji bo em bigihin hin encamên serkeftî pêwîstî bi demê heye. Lê tenê dikarin bi hevokekê bêjim, em pêş dikevin” Esad got; “Rewşa li herêmê niha baştir e, lê tu encamek tune ye. Pêwîstî bi demê heye.”
Esad dest bi pesndana hêzên ewlekariyê kir û diyar kir ku serhildêr tu carî nikarin wana bitirsînin. Esad bang li Sûriyeyan kir û got; “Çarenûsa we ne di destê xelkê de ye, di destê we bi xwe deye.”
Esad der barê wezîr, fermandar, leşker, dîplomat û siyasetmedarên ku yek bi yek dest ji Esad dikin û beşdarî muxalîfan dibin jî nircand û vê yekê weke “xwepaqijkirina rejîmê” bi nav kir. Esad der barê pêşniyara herêma tampon a Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû de jî got; “Destpêkê ev yek ne di rojevê de ye. Ev hizrên ne rast ji aliyê dijminên duwemîn ên Sûriyeyê tên rojevê.”