Welatiyê bi navê Mehmet Alptekîn (45) yê ku bera xwe dida karên hesabgiriyê ya Şaredariyê Tetwanê yê di operasyonên bi navê KCK'ê de hatibû binçavkirin û pişt re serbest hate berdan nêzî Qereqola Yelkenliyê bi kuştî hate dîtin. Di navbera polîs û endamên malbata Alptekîn de rageşî derket û 2 birayên Alptekîn hatin binçavkirin.
Endamê Genel-Îş'ê yê DÎSK'ê yê ku berê xwe dida karên hesagiriyê ya Şaredariya Tetwanê Mehmet Alptekîn (45) kuştî hate dîtin. Alptekîn li ser şêniya navçeya Motkî ya Bedlîsê qeydkiriye û bavê 5 zarokan bû. Alptekîn serê sibê nêzî Qereqola Yelkenlî ya ser riya bejayî ya Wan û Tetwanê bi awaye ku gule li hatin xistin hate dîtin. Cenazeyê Alptekîn birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Di vê demê de di navbera malbata Alptekîn û polîsan de rageşî derket. Di rageşiyê de biryaên Alptekîn Burak û Aydin Alptekîn û kesekî navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin.
Cenazeyê Alptekîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê tê sekinandin û rageşiya di navbera malbata Alptekîn û polîsan de jî berdewam dike. Alptekîn di operasyona bi navê "KCK'ê" ya li hemberî Şaredariya Tetwanê de hate kirin hatibûn binçavkirin û pişt re serbest hate berdan.