Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bawer Hedilî, diyar kir ku ew ê di meşên xwe yên dirêj ku dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne lidarxistin de peyama, “Hun çiqas hewl bidin ku Rêbertiya me ji me dur bixin jî, em ê bandora Rêber Apo ya li ser Rojava îspat bikin” bidin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di navbera 10 û 19’ê Cotmehê bi slogana “Me bi Rêber Apo destpê kir, em ê bi Rêber Apo biser bikevin” meşên dirêj lidar dixe. Meşên ciwanan di 10’ê Cotmehê de li Efrînê destpê dikin û li Kobanê, Dêrik û Dirbêsiyê dom dikin. Di vê çarçoveyê de meşên dijêr dê li cihan bêne lidarxistin. Meşa li Efrînê di 10’ê cotmehê de dê li ser gora Şehîd Çekdar a li gundê Qazikli destpê bike û piştî di gelek bajarok û bajarê Efrînê re derbas bû, dê di 19’ê Cotmehê de li gundê Meydan Ekbes ê li ser sînorê Tirkiyeyê bi dawî bibe.
Meşa li herêma Cizîrê jî dê ji 2 aliyan ber bi bajarê Qamişlo ve bêne lidarxistin. Baskê yekemîn dê ji Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê di 14’ê Cotmehê, baskê duyemîn jî dê ji Goristana Şehîd Rustem a li gundê Berkevirê yê li bajarê Dirbêsiyê di 15’ê cotmehê de ber bi Qamişloyê ve destpê bike. Herdu baskên meşê dê di 19’ê mehê de li Qamişlo bigihîjin hev û bi beşdariya girseyek qelebalix daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Baskên meşê dê li her rawestgehekê bi girseyî bêne pêşwazîkirin.
‘EM DÝXWAZÝN HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN
Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bawer Hedilî, têkildarî armanca meşan agahî dan û ev tişt gotin: “Di demeke ku li Rojavayê Kurdistanê pêvajoya şoreşê didome de, li ser Rêber Apo tecrîdek giran heye. Têkiliya pêvajoya şoreşê û rewşa Serokatiyê raste rast heye. Bandor û rola Rêber Apo ya di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tê zanîn. Lewre dewletên dagirker dixwazin vê rola Serokatiyê asteng bikin. Yek ji sedemên bingehîn ên tecrîda girankirî jî ev e. Me jî wekî Tevgra Ciwanên Şoreşger ji bo ku helwesta xwe nîşan bidin û ji bo azadiya Rêber Apo ev hemle da destpêkirin.”
‘CIWAN LI SER ŞOPA RÊBER APO NE’
Hedilî, destnîşan kir ku ew dixwazin bi van meşan nîşan bidin ku Rojavayê Kurdistanê bi hevre ye û yek rih e. Hedilî bi gotina, “Dewletên dagirker çiqasî dixwazin Serokatiyê ji me dur bixin, em jî dixwazin bi vê hemleyê pêdiviyên gotina Rêber Apo ya wekî, ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biser bikevin’ bicih bînin” bal kişand ser rola ciwanan û wiha axivî, “Em ê nîşan bidin ku ciwan hemû li ser şopa Serokatiya ku ji mirinê jiyan afirandiye ne. Bi kurtasî em dixwazin peyama ku gelê kurd li hemberî hemû hewldanên perçekirinê û êrîşan jî, yek e, xwedî yek rihê ye. Emê di van meşan de vê yekê careke din îspat bikin.”
Hedilî, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan û gel kir ku tevlî meş û pêşwazîkirinan bibin û got, “Em di asta şoreşê de ne, lewre divê gelê me di vê pêvajoya xeternak de, helwesta xwe nîşan bide.”