Ekmen: Ev der qada Îstasyonê nîne qada Azadiyê ye

Ekmen: Ev der qada Îstasyonê nîne qada Azadiyê ye

Mitînga 1'ê Îlonê ya Amedê bi tevlîbûna deh hezaran kesan destpê kir. Serokê Komîtiyeya Amedekar Îdrîs Ekmen axaftina vekirina mitîngê kir û wiha got: "Ev der êdî qada Îstasyonê nîne qada aştî û azadiyê ye"

Mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Amedê ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve tê organîzekirin bi deh hezaran kesan destpê kir. Li gel tedbîrên awete bi deh hezan welatî ji bajarên derdorê hatin û tevlî mitîngê bûn. Di qada mitîngê de pankratên "Ji bo aştiyekî bi rûmet çareseriya demokratîk û muzakere", "Sefa gelê Kurd diyare ya we", "Pevçûn na muzakere, şer na muzakere" û "Ji operasyonên siyasî û leşkerî re na" û gelek pankartên din hatin qaliqandin. Li qadê wêneyên siyasetmedarên kurd, Ceylan Onkol û Ugur Kaymaz hatin vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

'AKP TIRKIYEYÊ BER BI ŞER VE DIBE'

Dema bang dihate xwendin dengê muzîk hate girtin û girseyê bi nîşaneyên serkeftinê xwe girt. Piştî banga mela bi dawî bû girseyê careke din slogan qêriyan. Mitîngê bi rêzgirtinê destpê kir. Serokê Komîteya Amadekar Îdrîs Ekmen axaftina vekirina mitîngê kir û wiha got: "Di rojên şer zêde bû gelê Amedê dengê xwe yê aştiyê nîşan da. Êdî ev der qada îstasyonê nîne qada aştî û azadiyê ye. Rojhilata Navîn veguheriye deryaya xwînê. Gelê Sûriyeyê hev û du dikuje. Li gel em helwesta xwe ji biratî û aştiyê re nîşan didin, hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên dimeşîne Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî re dibe. Li Sûriyeyê heta niha nasnameya kurdan tunebû. Niha ji ber mafên xwe yên demokratîk girtin AKP dixwaze şer bike."

Pişt re koroya dîcle û firatê derket ser dikê.

Hate zanîn ku Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk ji ber nexweşiya xwe tevlî mitîngê nabe.