Rûniştina 61’mîn doza KCK’ê ya sereke ji ber çalakiya şermezarkirinê ya salvegera derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Sûriyê pêk anîn, rûniştin taloqê sibê hate kirin.
Ji ber bersûcên di doza sereke ya KCK'ê ya ji wan 110 girtî 175 kes yên di nava wan de siyasetmedarên Kurd, parezvanên mafên mirovan û rojnamevan jî hene de di rûniştina 61'emîn de, ji ber bi çepikan salvegera derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Sûriyê çalakî pêk anîn, rûniştin taloqê sibê hate kirin.
Di danîşîna ku 76 girtiyan hincet nîşandan û beşdarê nebûn de, li ser navê bersûcan Bayram Altûn axivî. Altûn ji ber axaftina xwe bi peyva "Serokatiya me" destpê kir, Serokê dadgehê pirsa "Tu vî axaftinî li ser navê xwe dikî an jî li ser navê hemû bersûcan dikî?" kir. Altûn pişt re axaftina xwe dom kir û diyar kir ku, ew axaftina xwe li ser navê hemû bersûcan dike. Altûn destnîşan kir ku, 9'ê cotmehê sala 1998 dîroka ku li ser pêkûtiya DYA û Îngîltere ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket. Li ser vê yekê mikrofona Altûn hate girtin. Altûn li gel vê dîsa axaftina xwe dom kir û got: "Ev komplo ji hêla dijminên azadî û gel ve hatiye kirin."
Altûn ku xwest axaftina xwe bidomîne, serokê dadgehê got, "Min mikrofon girt, devê te negirtiye, heke dixwazî biaxivî biaxive." Altûn bi girtina mikrofonê re axaftina xwe dom kir û wiha got: "Em ji ber komploya navneteweyî ya li ser birêz Ocalan û tecrîda girankirî naxwazin beşdarê rûniştinê bibin. Em naxwazin îro rûniştin pêk were. Û ji xwe gelek hevalên me ji ber vê yekê nehatin rûniştinê. Çalakiyên birçîbûnê yên derbarê vê mijarî de hene."
RÛNIŞTIN TALOQÎ SIBÊ HATE KIRIN
Piştî axaftina Altûn serokê dadgehê diyar kir ku, dê rûniştin bidome. Li ser vê yekê bersûcan rabûn ser piyan û bi çepikan dadgeh şermezar kirin. Piştî çalakiya ku 5 deqîqe dom kir, serokê dadgehê fermana derxistina derve ya bersûcan da.
Xizmên bersûcan jî ev fermana serokê dadgehê bi çepikan şermezar kirin. Li ser vê yekê serokê dadgehê derheqê bersûcên beşdarê rûniştinê bûne de bi hinceta “rûniştin xirab kirine" girtek girt. Pişt re serokê dadgehê ji bo malbatên bersûcan jî derxin derve ferman da û ji bo rûniştina sibê dom bike navber da.