Rûniştina 7 kesên di nav de Fermandarê Koma JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak jî heye bi guhdarkirina şahidan berdewam kir. Xizmê Îhsan Aslan yê di sala 1994'an de ji aliyê Kurê Kamîl Atak Kurek Atak ve hate revandin û hate qetilkirin Yusuf Aslan diyar kir ku, her tim rastî gefan tên. Aslan ji bo parastina xwe serlêdana dadger kir û keleşnîkofek xwest.
37'emîn rûniştina doza 7 kesên di nav de Fermandarê Koma JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak jî heye û ji kuştina 53 kesên di salên 1993-5'an de hatin qetilkirin tên pirsyar girtin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin. Di rûniştina dozê de şahidên kuştiyên sala 1994'an Abdulazîz Gasyak, Omer Candoruk, Suleyman Gasyak û Yahya Akman hatin guhdarkirin.
Şahida bi navê Emine Tadik bi riya tercûman şahidî kir û wiha got: "Ez tu bersûcan nas nakim. Li cihê bûyerê min û jinek din kereng kom dikirin Wê demê 3 maşîne di ber me re derbaz bûn. Maşîne ketin newalê û rawestiyan. Ji maşîneyan li gel 4 kesên hatin kuştin 7-8 kesên din daketin xwar. Li newalê 4 kes dan ber guleyan û kuştin. Kesên gulebaran kirin pişta wan li me bû. Me ew nas nekirin. Kesên hatin qetilkirin ji eşîra me bûn ji ber vê yekê me kuştî nas kirin. Wê demê rewş bir xirab bû. "
'EW KURÊ MIN YÊ BI TENÊ BÛ'
Dayîka Yahya Akmen yê 14 salî Bedriye Akman jî şahidî kir. Akman bi riya tercûman anî ziman ku, kurê wê 14 salî bû û wiha got: "Kurê min bê guneh qetil kirin. Yahya kurê min yê bi tenê bû. Tu sûcê kurê min tune bû. We çi ji kurê min xwest. We çima kurê min kuşt. Li pişt Alaya Cizîrê dema maşîne rawestand û kesên ew siyar kirin revandin û qetilkirin." Lê dadger dengê xwe bilind kir û got: "Hiş be dengê xwe qut bike! Dengê xwe qut kir."
'NAS NAKIM, NIZANIM, MIN NEDIT Û NEBIHÎST'
Şahidê di salên 1993-1996'an de li Qereqola Cendirmeyan ya Bozovayê (Botaş) peywirdar bû Hakan Kultur derbarê kuştina Mustafa Ozkan de agahî dan. Lê Kultur diyar kir ku, ew derbarê Temîszoz û Kamil Atak te tu agahiyan nizane û nebihîstiye
Şahidê wê demê cerdevan Arafat Aydin jî anî ziman ku wê rojê Fermandar Cemal Temîzoz pir bi hêrs bibû û wiha got: "Ez baş nas dikim. Wê ez di ereba xwe de pansûman kirim.
'BIRAYÊ MIN REVANDIN'
Birayê Îhsan Aslan yê di sala 1994'an de hate revandin, Yusuf Aslan şahidî kir. Aslan anî ziman ku, kurê Kamîl Atak Kukel Atar Îhsan Revand û wiha got: "Ewlehiya min tune ye. Ez her tim rastî gefan têm. Tiştek bi serê min bê polîsên sivîl berpirsyarin. Ez ji bo ewlehiya xwe keleşê dixwazim. Kamil Atak nêzî 100 mirov qetilkirin. Piştî Aslan axaftina xwe xilas kir, Serokê Dadgehê got 'Tu dikare ji salonê derkeve' Lê Aslan anî ziman ku, ewlehiya wî tuneye û ger keleşekê bide wî ew dikare derkeve. Li ser vê yekê Serokê Dadgehê xwe aciz kir û ew derxist derve.
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar anî ziman ku, divê hemû doza JÎTEM'ê tev bibin yek û hemû kujer bên darizandin. Aktar bilêv kir ku, ew niha bûyerên di sala 1993'an de li Cizîrê pêk hatine niqaş dikin û wiha got: "Cemal Temizoz hestiyê kuştiyan tev kom kirine û kirine koleksîyon. Hestiyê miriyan veşartine. Li ser tu kuştina nasname tune ne. Êdî şahidê nepen yê dosyayê aşkere bû. Êdî xuya ye ku hêj zext û zordarî didomin."
Kujer Cemal Temîzoz jî anî ziman ku, wî li ser van bûyeran pirtûk nivîsandiye û radestî serokê heyeta dadgehê kiriye. Serokê Dadgehê jî anî ziman ku, wî pirtûka Cemal Temîzoz wergirtiye.
Heyeta dadgehê piştî îfadeyan biryara berdewama girtiyan da û doz taloqî 19'ê Cotmehê kir.