Di teqîna li ser sînorê Sûriyeyê de hejmara miriyan bû 3

Di teqîna li ser sînorê Sûriyeyê de hejmara miriyan bû 3

Hejmara kesên di encama teqîna li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û navçeya Qosera Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 3’yan.

Di dema koma penaberên ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibûn, pê li mayînên ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn danîn kirin. Di encama bûyerê de penaberên bi navê Beşar Huseyîn û Hilda Husenînof jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Ji birîndarên ku li nexweşxaneya dewletê ya Qoserê dihatin dermankirin Dawut Salih jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo testa DNA’yê cenazeyê Salih şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.