Li nêzî navçeya Bazarcix a Gurgumê (Mereş) di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de 3 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li nêzî gundê Akçalar ê navçeya Bazarcixa Gurgumê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîne pêk hat û d encamê de herî kêm 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bajêra Necîb Fazil.