Li ser riya Wan û Erdîşê qezayê rû da û hêjmara kesên jiyana xwe ji dest da giha 5’an. Dermankirina Mehmet Yildiz hêj didome. Li navçeya Qaqizmanê ya Qersê jî di qezaya tirafîkê de 14 kes birîndar bûn.
Duh wesayîta bi plaqeya 34 DZ 2092 ya diçû Erdîşê, ji ber sewal derketin pêşberî wê ajokarê wesayîtê dîreksoyona wesayîtê zivirand û wergeriya. Ji 6 kesên di wesayîtê de 4 jê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên birîndar bûn jî rakirin Nexwexşaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Ji kesên birîndar derengî şevê jiyana xwe ji dest da. Di qezeyê de Nurullah Aslan (5) Sulhattîn Yildiz (73) Hanîfî Yildiz, Muslum Atmaca û Salîh Atmaca jiyana xwe ji dest dan û Mehmet Yildiz jî birîndar bû.
LI QAQIZMANÊ 14 KES BIRÎNDAR BÛN
Li navçeya Qaqizmanê ya Qersê jî minîbûsa rêwîyan a diçû gundê Qerekocê qeza kir. Hate zanîn ku minîbûsa diçû gundê Qerekocê ji ber mircurê li ser rê wergeriya. Di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê tên dermankirin. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.